Hewlêr (Rûdaw) - Berê sibêha îro di dema girtina bazarên cîhanê de, bihayê onseyeke zîv 2,35 dolarî, ango ji sedî 2,99 bilind bû û gihîşt 80,75 dolarî.
Li gorî vê, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2 hezar û 596 dolarî ye. Ev di maweyê meha borî de asta herî bilind a bihayê zîv e.
Doh êvara înê berî girtina bazaran, bihayê onseyeke zîv asta 83 dolarî jî dîtibû.
Di hefteya borî de bihayê onseyeke zîv zêdetirî 8 dolaran bilind bûye.
Bilindbûna bihayê zîv piştî wê hat ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tengava Humizê bi temamî hatiye vekirin.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê bû sedema daketineke berbiçav a bihayê petrolê, vê yekê jî zextên bilindbûna enflasyonê ya di maweyê kurt de kêm kir.
Kêmbûna enflasyonê îhtimala tundkirina siyaseta neqdî û kêmkirina rêjeya faîzê kêm dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse