Hinardeya petrola Îranê ya rojane daket 500 hezar bermîl

18-05-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Petrol Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li gorî dateyên herî dawî, û piştî guşara Amerîka bi ser aboriya Îranê û cezayên wê, hinardekirina petrola Îranê ya xam rojane daket 500 hezar bermîl.

 

Li gor dateyên Navenda Rêfinitîv Ikon eşkere kirin ku hinardeya petrola Îranê rojane 500 hezar bermîl derbas nake û car caran dadikeve 400 hezar bermîl.

 

Navendê ragihand ku heta niha nehatiye zanîn ka kî kiryarê petrola Îranê ye, lê tekez kir ku nav welatên Asya tê firotin û tezmîn heye ku Hindistan an Çîn petrola Îranê dikire.

 

Beriya cezayên Amerîka, Îranê rojane zêdeyi milyonek bermîl hinardey derve dikir, lê rêveberiya Amerîka cezayên nû bi ser Îranê de spandin û tekez kir ku her aliyek petrola Îranê bikire, dê were cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst