Hewlêr (Rûdaw) - Îro 6ê Adara 2026an e, 7 roj bi ser êrişa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê re derbas bûn.
Encamên aborî li Rojhilata Navîn bi lez û bez zêde dibin û niha bandora vî şerî ji Kendavê heta Misirê û welatên din ên herêmê û cîhanê tê hîskirin.
Stratejiya bersivdanê ya Îranê eşkere ye. Binesaziya aborî ya welatên Encumena Hevkariyê ya Kendavê û hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê, ji bo kêmkirina guvaşê bûne armanc.
Ji rawestandina kargehên gazê yên Qeterê heta bi şewata li refîneya Ras Tenûreyê ya Erebistana Siûdî û êrişa li ser Bendera Cebel Eliyê ya li Dubeyê, ev şer bûye bûyera herî mezin a jeopolîtîk a ku rûyê xwe daye herêmê.
Şerê Aborî yê Îranê
Îran ku nekariye di asmanan de rûbirûyî êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê bibe (tê de Îsraîl îdia dike ku ji sedî 80yê sîstema parastina asmanî ya Îranê têk biriye) stratejiya xwe guherandiye û kiriye şerê aborî.
Supaya Pasdaran gefa lêdana "hemû bajarên mezin ên aborî yên herêmê" dixwe.
Mesrefa 100 demjimêrên ewil ên operasyonê (Hêrsa Mîna Destanê) bi tenê bi 3,7 milyar dolaran tê texmînkirin, ango rojane 891 milyon dolar e.
Tengava Hurmuzê; Şahdemara girtî ya cîhanê
Tengava Hurmuzê di roja heftemîn de bi pratîkî ji çûn û hatina bazirganiyê re hatiye girtin. Çûn û hatina keştiyan daketiye pêncyeka asta beriya şer.
Keştiyên asêmayî: Zêdetirî 150 keştiyên barhilgir li deriyên tengavê rawestiyane.
Petrolê windabûyî: Cîhan rojane nêzîkî 20 milyon bermîlên petrolê ji depoyên yêdega stratejîk bi kar tîne ku ev yek nikare ji çend hefteyan zêdetir bidome.
Îraq û Kuweyt: Cihê depokirinê yê Îraqê ber bi xelasbûnê ve diçe û neçar maye ku hilberînê kêm bike. Kuweyt jî tenê ji bo du hefteyên din cihê wê yê depokirinê heye.
Bandora li ser welatan
Îmarat: Aboriya cîhanî di bin êgir de ye
Îmarat yek ji wan welatan e ku herî zêde zerer dîtiye çimkî Îranê modela aboriya vekirî ya vî welatî kiriye armanc.
Sektora enerjiyê: Termînala sotemeniyê ya Musafayê ya li Ebû Dabiyê û termînala Fuceyreyê ya li berava rojhilat bûn armanc.
Bender û balafirgeh: Bendera Cebel Eliyê hatiye bombekirin. Zêdetirî ji sedî 70yê geştên asmanî yên Îmaratê hatine betalkirin û hêla asmanî ya Îmaratê û Fly Dubai geştên xwe rawestandine.
Binesaziya dîjîtal: Di dîrokê de cara ewil, navenda datayan a (Amazon Web Services) li Dubaiyê ji ber êrişên Îranê zerer dîtiye.
Qeter: Dêwê gazê seqet maye
Tevahiya modela aborî ya Qeterê ku li ser gazê hatiye avakirin, ew jî ketiye ber êrişan.
Rawestandina hilberînê: Kompanyaya Qatar Energy piştî ku kargehên wê yên li Ras Lafan û Mesaîd bi dronan hatin bombekirin rawestandina tam a hilberîna gaza şilkirî (LNG) ragihand.
Bandora cîhanî: Bihayê gaza xwezayî li Ewropayê bi lez ducare bilind bû, berî ku derdora 48 euroyan ji bo her megawatekê di demjimêrekê de cihgir bibe.
Erebistana Siûdî: Aramco di bin êrişê de ye
Erebistana Siûdî wekî mezintirîn hinardekarê petrolê li cîhanê rasterast hatiye armanckirin.
Rafîneya Ras Tenûreyê: Yek ji mezintirîn parzûngehên cîhanê ji ber şewata ku encama êrişa dronî bû karên xwe rawestand.
Helwesta Riyadê: Erebistana Siûdî êriş şermezar kirin lê heta niha bi awayekî fermî neketiye nav şer.
Behreyn: Aboriya herî nazik a herêmê
Behreyn bi deynekî zêde (ji sedî 150yê hilberîna navxweyî ya giştî) ketiye vî şerî.
Baregeha pêncem a deryayî: Baregeha deryayî ya Amerîkayê ya li Menameyê yek ji armancan bûye. Bendera Mîna Selman agir pê ketiye û rafîneya sereke ya welêt jî hatiye bombekirin.
Kuweyt: Qeyrana depoyan û bûyera "Guleberdana bi şaşîtî"
Kuweyt rûbirûyî qeyrana nebûna cihê depokirina petrolê bûye çimkî nikare hinarde bike.
Balafirgeha navneteweyî û balyozxaneya Amerîkayê li wî welatî hatine bombekirin.
Her wiha bûyereke "guleberdana bi şaşîtî" çêbûye ku tê de balafireke F/A-18 a Kuweytê sê balafirên F-15E yên Amerîkî xistine xwarê.
Îraq: Kêmkirina hilberînê û ketina nava xeta agir
Îraq ji hemû welatên Kendavê xirabtir e di warê şiyana depokirina petrolê de.
Rawestandina hilberîna petrolê: Îraq neçar maye hilberînê li sê zeviyên mezin rawestîne ku vê yekê hilberîna rojane daxistiye 1,5 milyon bermîlan.
Êriş: Grûpên çekdar ên girêdayî Îranê baregeha Victoryyê ya nêzîkî balafirgeha Bexdayê kirine armanc.
Her wiha teqînek li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê çêbûye û baregeha partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî ji aliyê Supaya Pasdaran ve bi mûşek û dronan hatine bombekirin.
Uman: Cografya wekî mertalekê ye
Rewşa Umanê cuda ye çimkî piraniya hilberîna wê ya petrolê li rojhilatê Tengava Hurmuzê ye, ji ber vê yekê zerer nedîtiye û ji ber bilindbûna bihayê petrolê jî sûdmend bûye.
Misir û Libnan: Pêlên duyemîn
Serokkomarê Misirê hişyarî daye ku welatê wî di "rewşeke aborî ya awarte" de ye ji ber bilindbûna bihayan û bandora wê ya li ser dahata wan Misiriyên ku li Kendavê kar dikin.
Li Libnanê jî Îsraîlê ji 6ê Adarê ve operasyoneke bejahî ya bo ser başûrê wî welatî dest pê kiriye.
Rewşa bazarên cîhanê
Zererên darayî yên cîhanê di çar rojên ewil de bi 3,2 trilyon dolaran li bazara pişkaran tên texmînkirin.
Rûsya yek ji wan welatan e ku sûdeke çaverênekirî dîtiye çimkî niha bi bihayekî bilindtir petrolê ji Çîn û Hindistanê re dişîne li şûna petrola Erebistana Siûdî û Îranê.
Petrola brent derketiye ser 82 dolarî û bi rêjeya ji sedî 13 bilind bûye.
Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê dibêje eger şer berdewam bike bihayê petrolê dê bigihe 150 dolarî.
Bihayê gaza xwezayî ya Ewropayê ducare bilind bûye û bûye 58 euro.
Di nava tenê çar rojan de buhayê borsayên cîhanê 3,2 trilyon dolar zerer dîtiye.
Di vê navberê de buhayê borsaya Erebistana Siûdî bi rêjeya ji sedî 5 daketiye û borsayên Kuweyt û Îmaratê jî hatine girtin.
Şer niha di du bereyan de bi rê ve diçe: Bereyeke leşkerî ya di navxweyê Îranê de û bereyeke aborî li seranserê Kendavê.
Girtîbûna Tengava Hurmuzê ya ji du hefteyan zêdetir, dê bibe sedema şokeke dîrokî ku bihayê petrolê ber bi asteke bêwêne bilind bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse