Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr bi bilindbûnê dest bi rojê kir û ons bi 4 hezar û 850 dolaran e.
Bihayê zêr doh piştî ragihandina rêjeya faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed), heta asta herî kêm a mehekê dîtibû.
Bihayê zêrê paşerojê jî diyar e
Onseke zêr îro bi nêzîkî 4 hezar û 850 dolarî tê kirîn û firotin.
Divê were gotin ku doh bihayê zêr heta bi nêzîkî 4 hezar û 800 dolarî jî daketibû.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî bi nêzîkî 4 hezar û 858 dolarî tê kirîn û firotin.
Daketina dolar zêr bilind kir
Şîrovekarê ji kompanyaya şêwirmentiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê got:
"Sedema bilindbûna rêjeyî ya bihayê zêr a îro, li daketina bihayê dolar vedigere.
Bilindbûna bihayê dolar îro bi dawî hat û endeksa dolar ber bi daketinê ve çû.
Vê yekê bihayê zêr bilind kir lê bilindbûna îro ya bihayê zêr sînordar e."
Hêjayî gotinê ye ku bihayê petrolê îro gihîşt 112 dolaran û ev yek jî fikarên li ser pirbûna ducare ya enflasyonê zêdetir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse