Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xelk ji bihayên bazarê nerazî ye.
Wan herêmeke çandiniyê ye lê dîsa jî xerciyên enerjiyê û xerciyên din ên cotkaran gelek in.
Ji ber vê yekê bihayên bazarê gelekî bilind in.
Ji ber bihayên bilind, kirîn û firotin kêm e û bazar gelekî sist e.
Xelk ji bihayên sebze û fêkiyan bi gazinc in.
Her wiha esnaf û dikandar jî ji xerciyên zêde gilî û gazincan dikin.
"Em birçî dimînin"
Welatiyê xanenîşîn Nevzat Aslan qala rewşa xwe kir û got:
“Binêre, îsot bûye 150-200 lîre. Tiştek nayê kirîn. Em xanenîşîn in û em pê re nagihînin."
Aslan anî ziman ku ew li malê birçî dimînin û wiha dewam kir:
"Xanenîşîn û esnaf mirine. Tiştek nayê kirîn. Binêrin petat bi çi qasî ne!
Jixwe milet tenê dikare petatan bixwe. Wekî din tiştek nayê kirîn. Gelekî biha ye.
Em nerazî ne û em vê yekê qebûl nakin.”
"Firotin ji sedî 65 daketiye"
Serokê Bazara Gel jî da zanîn ku rewş gelekî xirab e.
Li gorî gotina wî, li gorî sala borî firotina wan ji sedî 65 daketiye.
Serokê Bazara Taxê Mehmet Siddik Benlî jî got, “Aboriya me niha gelekî xirab e. Bazar xirab e.
Mazot zêdetirî 80 lîreyî ye. Bazar tevlihev e.”
Mehmet Siddik Benlî bi bîr xist ku berî 10-15 rojan bihayê gaz û elektrîkê hatiye zêdekirin û got:
"Mirov şerpeze ne. Li rewşa bazarê binêrin. Me ji bo 2-3 taxan li vir bazar vekiriye.
Lê piraniya esnafan tiştek nefirot."
Bazar û amarên fermî li hev nakin
Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha adarê ji sedî 1,94 e. Enflasyona salane jî ji sedî 30,87 e.
Lê rastiya bazarê gelekî cuda ye.
Amarên fermî û rewşa welatiyan a li bazarê li hev nakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse