Hewlêr (Rûdaw) - Hinartina petrola Amerîkayê hefteya borî rekoreke nû tomar kir û rojane milyonek bermîl zêde bû.
Ev yek piştî wê yekê pêk hat ku kiryarên Asya û Ewropayê, ji bo qerebûkirina wê petrola Rojhilata Navîn a ku ji ber şerê Îranê ji dest çûye, dest bi kirîna petrola Amerîkayê kir.
Rojane 5,2 milyon bermîl tên hinartin
Li gorî wan amarên ku hikûmeta Amerîkayê belav kirine, hefteya borî hinartina petrola wî welatî di rojekê de gihiştiye 5,2 milyon bermîlan.
Ev hejmar li gorî hefteya pêştir, rojane zêdetirî milyonek bermîlî zêde bûye.
Di heman demê de Amerîkayê nêzîkî 7,5 milyon bermîl ji berhemên parzûnkirî yên wekî benzîn û sotemeniyên din hinartiye.
Zêdebûna asta hinartin û kêmbûna hawirdeya petrolê ya ji bo Amerîkayê, bûye sedema kêmbûna rezervên petrolê yên wî welatî.
Zexta enflasyonê li Amerîkayê zêde dibe
Pispor destnîşan dikin ku bilindbûna hinartinê nîşaneya têkçûna rewşa dabînkirina enerjiyê ye li cîhanê.
Pêşbirka kiryarên biyanî ya li ser petrola Amerîkayê dê bibe sedema bilindbûna bihayan li navxweyê wî welatî û zêdebûna zexta enflasyonê ya ku ji ber şerê Îranê derketiye.
Ev di demekê de ye ku ji ber bandorên şerê Îranê, li Amerîkayê bihayê lîtreyek benzînê ji dolarekî derbas bûye.
Bihayê lîtreyek mazotê jî gihiştiye 1,49 dolarî ku ev asta herî bilind e di dîroka wî welatî de hatiye dîtin.
"Petrola Amerîkayê bijardeya herî baş e"
Lêkolînerê li Koma Onyx Capitalê Edward Hayden-Briffett li ser vê mijarê got:
"Asya û Ewropa li şûngirekê digerin ji bo petrola Rojhilata Navîn. Petrola Amerîkayê jî ji bo wan bijardeya herî baş e."
Koma Rapidan Energyyê jî diyar kir ku eger rewş xirabtir bibe û bihayê petrolê bigihîje 150 dolaran, eger heye hikûmeta Amerîkayê ji bo parastina bazara xwe ya navxweyî, rê li ber hinartina petrolê û berhemên parzûnkirî bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse