Tirkiye dixwaze peymana gazê ya bi Îranê re nû bike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Gaz Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê ragihand ku welatê wî dixwaze peymana kirîna gaza xwezayî ya bi Îranê re nû bike lê ji ber rewşa herêmê û şerê Xezeyê, heta niha dan û standinên fermî dest pê nekiriye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di civîneke çapemeniyê de got:

"Heta niha ti dan û standin nînin lê dibe ku em di paşerojê de rûnên û li ser dirêjkirina peymanê biaxivin."

Alparslan Bayraktar destnîşan kir ku Enqere dixwaze ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî, hawirdeyê gaza Îranê bidomîne.

Bayraktar anî zimên, "Peymana di navbera Tirkiye û Îranê de dê di çend mehên pêş de bi dawî bibe.

Ji ber şert û mercên niha yên herêmê jî me hîn dest bi gotûbêjan nekiriye."

Peyman tîrmeha îsal bi dawî dibe

Peymana kirîna gaza xwezayî tîrmeha îsal bi dawî dibe.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê derbarê metirsiyên li ser bazara enerjiyê piştrast kir ku welatê wî dê di demeke kurt an navîn de rûbirûyî ti kêmasiyeke enerjiyê nebe, heta eger Tengava Hurmizê girtî bimîne jî.

Lê belê wî fikarên xwe yên derbarê bilindbûna bihayan de anîn zimên û got:

"Tiştên ku li Hurmizê diqewimin, nîşanî me didin ku pirrengkirina çavkaniyan ji bo ewlehiya enerjiyê ya welêt çi qasî girîng e.

Ev ne tenê erkê Tirkiyeyê ye, pêwîstî bi hewldaneke kolektîf heye."

Salane 9,6 milyar metre sêcar gaz

Peymana hinartina gaza xwezayî ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de sala 1996an hatibû îmzekirin û sala 2001ê hinartina gazê ya ji bo Tirkiyeyê dest pê kiribû.

Li gorî peymanê, divê Îran salane 9,6 milyar metre sêcar gaz hinardeyî Tirkiyeyê bike lê piraniya caran gaza ku hatiye şandin ji vê astê kêmtir bûye.

Par Îranê 7,6 milyar metre sêcar gaz hinardeyî Tirkiyeyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst