Iraq û Îran rê ji boriya petrolê ya Kerkûk-Kirmanşanê re xweş dikin

20-02-2018
RÛDAW
Nîşan Îranê Iraqê Kerkûk Kurdistan Petrol
A+ A-

Rojhilatê Xurmatû (Rûdaw) – Piştî ragihandina operasyona nehiştina Alên Spî li rojhilat û başûrê Xurmatû, hikûmeta Iraqê diyar kir ku ji niha û şunde metirsiya DAIŞê li navçeyê nemaye û herwiha firokeyên Hêzên Hevpeyman hevkariya operasyonê kirine û operasyoneke serkeftî bûye.


Li gor beyannameya hikûmeta Iraqê, operasyonê 7ê Sibatê dest pê kir û çend rojan berdewam bû. Lê welatiyekî ji gundê Dawê yê rojhilatê Xurmatû ji Rûdawê re got: “Li vê navçeyê ti rûbirûbûnek nebû. Çekdarên Alên Spî bi pênc helîkopteran hatin veguhestin û xwiya bû ku rêkeftin hatiye kirin.”


Derketina çekdarên Alên Spî li navçeyê û bi awayekî berfireh behskirina wan di medyayê de piştî 16ê Cotmehê bû ku Artêşa Iraqê û Heşda Şabî Kerkûk dagîr kirin. Li gor hinek kesan, behskirina çekdarên radîkal li navçeyê tenê senaryoyeke hikûmeta Iraqê bû û ne tiştekî din.


Axaftina şêniyên gundê Dawê nayê wê wateyê ku hêzên Iraqî neçûne navçeyê, ji ber yek ji niştecihên gundê Lek ku jineke 63 salî ye ji Rûdawê re wiha axifî: “Çekdarên Heşda Şabî hatin û her çi di malên me de bû ji xwe re birin. 300 hezar dînarên maleke cîranê me birin ku xelkê wek xêr dabûn wan.”


Hejmara gundên ku dikevin rojhilatê Xurmatû, wek tê behskirin nêzîka hezar gund dibe. Nêzîka 100 gund jî ku dikevin navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û Heşda Şabî hatine valakirin. Çekdarên Heşda Şabî bi navê operasyona jinavbirina çekdarên Alên Spî çûne wê navçeyê û bi ser malên gundên Kurdnişîn de girtine.


Gundê Lek ku berê nêzîka 100 malbat lê dijiyan, niha tenê pênc malbat lê mane. Heşda Şabî vê carê jî gefeke din bo Kurdnişînên navçeyê û li gor hinek çavdêran “Bierebkirineke din” e.


Roja 7ê Sibatê hikûmeta Iraqê operasyona jinavbirina çekdarên Alên Spî ragihand. Lê welatiyê bi nave L. ku niştecihê gundê Lek e, wiha dibêje: “Li navçeya me çar bîrên petrol û du bîrên gaza xwezayî hene, di hundirê du rojan de hêzên Iraqî dest danîn ser wan. Niha bîrên petrol yên Pelkane di jêr kontrola çekdarên Heşda Şabî de ne.”


Rêya gundên navçeyê rêyeke asfalt e û diçe navçeya Zînane, ji wir jî bo qezaya Kifrî û Kelar. Ev yek jî girîngiya navçeyê diyar dike, bi taybetî bo Komara Îslamî ya Îranê ku dixwaze petrol Kerkûkê û navçeyên derdora wê bi xeta boriya petrol ya Kirmanşan ve girêde.


Hewlên hikûmeta Iraqê ne tenê bo bîrên petrol yên Pelkane bûn, destdanîna ser Kêlgeha Gaza Xwezayî ya Kormor jî yek ji planên din e. Li gor polîsên parastina petrol û gazê, çend roj dibe hêzên hikûmeta Iraqê bi ser gundên derdorê de digrin û şer û pevçûn di navbera xwebexşên Xurmatû û çekdarên Heşda Şabî de derdikeve.


Di vê derbarê de Komîserekî Polîsên Parastina Petrol û Gazê got: “Em li vê derê ne daku bîrên petrol û gazê biparêzin ku ji vê derê bo herdû santralên elektrîkê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin. Hêzên Iraqî rojene li navçeyê diçin û tên, amûrên pişkinînê ligel wan e û diyar ku hatina wan bo Kêlgeha Gazê ya Kormor e.”


Wiha diyar e bo hikûmeta Iraqê meseleya petrol û gaze ya navçeyê û ya Kerkûkê jî hemû yek dosya be. Li gor nivîseke nehênî û bilez a ofîsa taybet a Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulcebar Luxêbî ku roja 16ê Cotmeha 2016ê (Salek berî bûyera 16ê Cotmehê) ji Wezîrê Petrola Îranê re şandiye, pêşniyara danîna boriyeke petrol hatiye kirin ku ji Kerkûkê biçe parzûngeha petrol ya bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê (Îran).


Nivîs berî salekê hatiye şandin lê encamên wê hino hino derdikevin. Niha hikûmeta Iraqê ligel Îranê bi kontrolkirina wan hemû rêyan ve mijûl in ku dê boriya petrol di wan re derbas bibe. Navçeyên Germiyan, Kifrî, Kelar, Kuleco û Xaneqîn dikevin bazinê wê plane ku ji bo petrol navçeyê hatiye danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst