Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi bilindbûneke berbiçav dest pê kir û ji sedî 6 biha bû.
Bi vê yekê, beşeke berbiçav a zerera xwe ya ji sedî 9an a roja înê telafî kir.
Sedema vê yekê, destdanîna ser keştiyeke bazirganiyê ya Îranê ji aliyê Hêza Deryayî ya Amerîkayê ve ye.
Supaya Pasdaran ragihandiye ku ew dê bersiva vê destdirêjiya Amerîkayê bide.
Ev alozî di demekê de ne ku agirbesta du hefteyî ber bi dawîbûnê ve diçe û vê yekê jî bihayê petrolê bilind kiriye.
Îro di roja yekem a vebûna bazaran a vê hefteyê de, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 6 dolar û 11 sentan bilind bû û bermîleke wê bi 96 dolar û 49 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 6 dolar û 53 sentan bilind bû û bi 90 dolar û 38 sentan hat firotin.
Analîstê şirketa şêwirmendiyê Saul Kavonich, li ser mijarê got, "Van rojan bihayê petrolê li gorî rewşa rastîn a bazarê ku rûbirûyî kêmasiyeke bêmînak a dabînkirinê bûye, zêdetir di bin bandora parvekirinên medyaya civakî yên Donald Trump û berpirsên Îranê de dimîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse