Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de ya li Tengava Hurmizê careke din gur bû.
Destdanîna ser keştiyeke Îranê ji aliyê Amerîkayê ve bû sedem ku bihayê petrolê careke din bilind bibe.
Ev bilindbûna bihayê petrolê bû sedem ku bihayê dolar bilind bibe û bihayê zêr jî dakeve.
Îro, piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê her onseyek zêr bi qasî 50 dolaran daket û niha li derdora 4 hezar û 800 dolaran tê firotin.
Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya bi navê "Tasty Live" Ilya Spivak got, “Agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de ku bazara cîhanî bilind kiribû, êdî ber bi dawîbûnê ve diçe.”
Tevî ku biryar e şandeya Amerîkayê îro bigihîje Pakistanê da ku gera duyem a dan û standinan li gel Îranê dest pê bike jî, berpirsên Îranî ragihandin ku ji ber destdanîna ser keştiya wan, ew amadeyê dan û standinan nînin.
Bilindbûna ducare ya bihayê petrolê û li pey wê jî bilindbûna enflasyonê, dibe sedem ku Banka Navendî ya Amerîkayê siyaseta pereyî ya tundtir bi kar bîne, ev yek jî zererê dide bihayê zêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse