Zîv erzan bû: Sedem aloziyên Tengava Hurmizê ne

20-04-2026
RÛDAW
Nîşan Zîv û Pere Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê bihayê onsek zîv 50 sent daket û bû 80 dolar û 23 sent.

Bi vê yekê, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2 hezar û 580 dolaran tê firotin.

Îro sibe, dema bazar hatin vekirin, bihayê zîv heta 78 dolar û 64 sentan daketibû lê bi lez zererên xwe telafî kir.

Ev daketin piştî wê yekê hat ku aloziyên li Tengava Hurmizê careke din gur bûn, ev yek jî bû sedema bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê û zêdebûna dilgiraniyên derbarê bilindbûna enflasyonê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêza Deryayî ya welatê wî dest daniye ser keştiyeke Îranê ya li Kendava Umanê, ji ber ku keştiyê guh nedaye hişyariyan.

Di hember de, Tehran dibêje ku ambargoya Amerîkayê ya li ser keştiyên pêwendîdar bi Îranê re, binpêkirina agirbestê ye.

Di heman demê de Trump amaje bi wê yekê da ku hîn derfeta rêkeftinê heye û gera duyem a dan û standinan li Pakistanê heye lê Îranê hêviyeke mezin ji gihîştina rêkeftinê nîne.

Ev alozî bûne sedema şokeke dîrokî ya di dabînkirina enerjiyê de, metirsiyên enflasyonê zêde kirine û îhtimala bilindkirina rêjeya faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê derxistine holê, ev yek jî bandoreke neyînî li bihayê metalan dike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst