North Oil: Dibe ku hinartina petrola Kurdistanê di 48 saetan de dest pê bike

20-09-2025
Bijar Zubêr
Nîşan Petrol Herêma Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên taybet Rûdawê re piştrast kir ku destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nêzîk e.

Bi vê yekê re girêkeke du sal û nîvî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de vedibe ku astengiya sereke ya li pêşiya şandina mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê bû.

Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Bakur (North Oil) Amir Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku ew pêşbînî dikin ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê "di nava 48 saetên bê de ji nû ve dest pê bike."

Şirketa Petrolê ya Bakur bi ser Wezareta Petrolê ya Îraqê ve ye û Amir Xelîl serpereştiya parzûngehên Kerkûk û Nînovayê dike.

Wî da zanîn ku "Hikûmeta Federal û kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 95an zêdetir li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye."

Ajansa nûçeyan a Reutersê doh li ser bingeha çavkaniyên nêzîkî gotûbêjan amaje bi wê yekê kiribû ku plan bi vî rengî ye:

“Herêma Kurdistanê dê rojane 230 hezar bermîlan radestî SOMOyê bike û 50 hezar bermîlan ji bo pêdiviyên navxwe bihêle.”

Pişt re kompanyayeke serbixwe dê li Bendera Ceyhanê petrolê bi wî bihayê fermî bifiroşe ku SOMOyê destnîşan kiriye ku bermîlek vê hefteyê di navbera 66 û 67 dolaran de bû.

Ji firotina her bermîlekê 16 dolar dê ji bo kompanyayên navneteweyî yên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin biçe û yên mayî dê biçin ser hesabê SOMOyê.

Çavkaniyeke ji dan û standinan agahdar a ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, ji Rûdawê re piştrast kir ku ew hûrgiliyên Reutersê, "heta radeyeke mezin, rast û durist in" û got, "Di van çend rojên kêm de rêkeftin dê bê ragihandin."

Her wiha Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Bakur (North Oil) Amir Xelîl ji Rûdawê re piştrast kir ku hikûmeta Bexdayê nermî nîşan daye da ku daxwazên kompanyayên petrolê bi cih bîne û got:

"Kompanyayên petrolê daxwaza garantîkirina maf û şayisteyên xwe dikin û hikûmeta federal jî razîbûna xwe nîşan daye û dê garantiyê dabîn bike."

"Hêviya min ew e ku ew rêkeftin bibe rastî”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ragihand ku ew hatine agahdarkirin ku di navbera aliyan de ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê "têgihiştin û rêkeftinek" çêbûye û anî ziman:

"Hêviya min ew e ku di rojên pêş de ew rêkeftin bibe rastî û cihê razîbûna hemû aliyan."

Wî got ku ev yek dê bibe "destpêkeke gelekî baş ji bo nehîştina astengî û pirsgirêkên li pêşiya şandina mûçeyan.”

Wan çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn û rapora Reutersê jî eşkere nekir ku dê çi li wî milyar dolarî bê kirin ku wekî deynê kevn ê kompanyayên navneteweyî li ser Herêma Kurdistanê maye.

Birêvebirê Darayî yê Kompanyaya Genel Energyê Luke Clements (Genel Energy li Herêma Kurdistanê kar dike) hefteya borî di konferansekê de got, ji bo ku petrol careke din bi boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve bê hinartin bipêşketineke berbiçav hatiye bidestxistin lê “pêwîstî bi xebateke zêdetir heye da ku bigihîje encamê."

Îraq duyemîn welatê herî mezin ê hilberîner ê OPECê ye û rojane 3,4 milyon bermîl petrola xav ji benderên başûr hinarde dike.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê Adara 2023yan rawestiyabû.

Wê demê dadgeheke navbeynkariyê ya li Parîsê ragihand ku Tirkiyeyê di navbera salên 2014 û 2018an de bêyî razîbûna hikûmeta Îraqê petrola Herêma Kurdistanê hinarde kiriye.

Dadgehê ji ber vê yekê biryar da ku Enqere 1,5 milyar dolarî wekî tezmînat bide Bexdayê.

Tirkiyeyê îtirazî biryarê kiriye û hîn biryar zelal nebûye lê Tirkiyeyê amadebûna xwe ya ji bo hinartina ji nû ve ya petrolê ragihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst