Zîv erzan dibe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zîv û Pere Amerîka Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsek zîv 80 sentan daket û niha bi 78 dolar û 92 sentan tê firotin.

Bi vî awayî, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2 hezar û 538 dolaran e.

Çav li civîna Pakistanê ne

Sibe agirbesta du hefteyî ya navbera Amerîka û Îranê bi dawî dibe.

Bazirgan li bendê ne ku bizanibin îro li Îslamabada Pakistanê dan û standinên Îran û Amerîkayê têne kirin an na û encamên wan dê çi bin.

Gefên Trump û rewşa Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger heta berî dawîhatina agirbestê ti peymanek neyê mohrkirin, îhtimala dirêjkirina agirbestê kêm e.

Trump her wiha got ku Tengava Hurmizê dê girtî bimîne heta ku peymanek were misogerkirin.

Bandora krîzê li ser metalên giranbiha

Aloziyên li Rojhilata Navîn bûne sedema qutbûneke berbiçav di dabînkirina enerjiyê de.

Vê rewşê metirsiyên enflasyonê zêde kirine û îhtimala bilindkirina rêjeya faîzê ya banka navendî xurttir kiriye.

Ev yek jî guvaşê dixe ser metalên giranbiha.

Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, bihayê zîv bi qasî ji sedî 15 daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst