Amerîka û Îran li hev nakin, petrol biha dibe

1 demjimêr berê
Nîşan Petrol Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê piştî ku aloziyên li ser bernameya nukleer a Îranê û mijara Tengava Hurmizê hêviyên ji bo bipêşketina di dan û standinên bi Amerîkayê re kêm kir, ducare bilind bû.

Bihayê bermîleke petrola xav a brent derket ser 104 dolaran lê belê biha di asta hefteyê de bi windakirina zêdetirî ji sedî 4an daketina xwe didomîne.

Petrola xav a Amerîkayê (WTI) jî di asta 98 dolaran de ye.

Tehranê qebûl kir ku pêşniyara dawî ya Washingtonê hinek nakokiyên kûr ên di navbera her du welatan de kêm kirine.

Lê daxuyaniyên Rêberê Îranê yên ku dibêje welatê wî dest ji stokên xwe yên uranyumê bernade û mijara “wergirtina pereyên derbasbûnê ji Tengava Hurmizê” hêviyên ji bo çareseriya dîplomatîk kêm kirin.

Nezelaliya li bazarên petrolê didome

Peyamên nakok ên li ser mijarên krîtîk, nezelaliya li ser wê yekê ku alî çi qasî nêzîkî peymanê bûne kûr kir.

Ev tabloya ku bi gefên aloziyên nû re bûye yek, bû sedema guherînên tund ên di bazarên petrolê de çimkî veberhêner hewl didin texmîn bikin ka dê kengî veguhastina enerjiyê ya di Tengava Hurmizê re asayî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst