Dolar xurt dibe, zêr qels dibe

1 demjimêr berê
Nîşan Zêr Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xurtbûna dolar zexta li ser bihayê zêr zêdetir kir û zêr erzan bû.

Di roja dawî ya dan û standinên hefteyê de bihayê zêr kêm bû û çavê veberhêneran ducare li ser wan gavan e ku dê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) biavêje.

Bihayê onsa zêr ji sedî 0,4 kêm bû û ons heta 3 hezar û 522,89 dolarî daket.

Zêr di asta hefteyê de jî bi qasî ji sedî 0,3 nirxê xwe winda kir.

Bilindbûna endeksa dolar a di hefteyên dawî de, ji bo veberhênerên biyanî lêçûna kirîna zêr zêdetir kir.

“Zêr taybetiya xwe ya stargeha ewle diparêze”

Pisporê bazara zêr û analîstê serbixwe Edward Meir li ser rewşê nirxandinek kir û got:

“Zêr di vê qonaxê de ji ber dolarê xurt û bilindbûna faîza reel di bin zextê de ye lê di tabloya giştî de taybetiya xwe ya stargeha ewle diparêze.”

Çav li peyamên faîzê yên Fedê ne

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya ku got di dan û standinên bi Îranê re de “hinek nîşanên erênî” hene, piştgirî daxwaza rîskê ya li bazaran.

Li hêla din bazar pêşbînî dikin ku Fed îsal bi giştî bi qasî 56 puanên baza faîzê kêm bike.

Li gorî amarên CME FedWatchê, îhtimaleke mezin heye ku meha tîrmehê faîz were kêmkirin û ev îhtimal di asta ji sedî 60î de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst