Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa Gulf Keystone a Birîtanî hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê, eger heqdestên xwe wernegire, êdî li ser hilbirînên xwe yên di blokên petrolî yên Herêma Kurdistanê berdewam nabe.
Ji ber kirîza darayî ya ku ew 2 sal in, rastî Herêma Kurdistanê hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye heqdestên şîrketên biyanî yên petrolê ku karê hilbirîn û berhemanîna petrolê dikin, di wextê xwe de bide.
Li gorî agahiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye heqdestên her du mehên 7 û 8 ên îsal bide şîrketa Birîtanî ya Gulf Keystone, ku sêyemîn berhemhênerê mezin ê petrolê li Herêma Kurdistanê ye.
Ev cara yekem e ku di heyama îsal de heqdestên şîrketên petrolê paş dikeve.
Ji destpêka îsal ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî girêbesta şîrketan û di çarçoveya planeke nû de heqdestên şîrketên petrolê dide, lê belê di 2 mehên borî de ew plan nehat cîbicîkirin.
Rêvebirê Cîbicîkar ê Şîrketa Gulf Keystone John Ferrier di vê bareyê de ragihand: “Wê yekê em gelek dilgiran kirin, em nizanin ji ber çi Hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyê me nedaye.”
John Ferrier herwiha ragihand, ew amade ne ji sibê ve dest bi karê xwe bike, lê belê bi mercekê ku dilniya bin, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane heqdestên şîrketa wan bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse