Şaredariya Hewlêrê dixwaze ji zibil û tabloyên dikanan pere dabîn bike

22-11-2017
RÛDAW
Nîşan Şaredarî Hewlêr Tablo Dikan Heq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êdî dikandar û xwediyê cihên bazirganiyê nikarin bi dilê xwe tabloyên mezin li ber dikanên xwe daliqînin, çimku şaredarî ji tabloyan heqê reklamê werdigre û ev jî bûye çavkaniyeke baş ji bo dahata şaredariyê.

 

Bi mebesta zêdekirina dahatan, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, heqê daliqandina tabloya pênasîna cihên bazirganiyê zêde kiriye, vê jî dikandaran nîgeran kiriye û hin ji wan neçar bûne ku tabloyên xwe biçûk bikin.

 

Beriya niha ji ber pirbûna dahatê, hikûmetê heqê tabloya pênasîna dikanan wernedigirt, lê niha ji bo her metreyek tablo, salane 40 hezar dînar (32 dolar) werdigre.

 

Ev biryar di meha Adara 2017an de li sînorê Şaredariya Hewlêrê hate cîbicîkirin. Şaredarî berê bi rêya karmendên xwe heqê tabloyan berhev dikir, lê piştre wezaretê li gel şîrketên taybet girêbest kir ku %12ê dahatên tabloyan dê bidin wan.

 

Serokê Lijneya Bilind a Berhevkirina Zibil û Wergirtina Heqê Tabloyan Mihemed Cewad ji Rûdawê re ragihand: “Li gor girêbesta ku li gel şîrketa Midya Tech hatiye kirin, şîrket her meh pereya zibilên cihên bazirganiyê, pereya %7ê heqê pîşeyî yê mulkên şaredariyê û 40 hezar dînar jî salane ji bo daliqandina her metreyeke tabloyan werdigre. Eger li ser avahiyê tabloyeke din a reklamê ya cihê bazirganiyê hebe, ji bo her metreyeke çargoşe divê 25 hezar dînarên din jî bide.”

 

Her cihê ku têde bazirganî tê kirin, yan jî têde kar û pîşeyek tê kirin, divê ji bo danasînê tabloyek daliqîne, lewma cihê ku tablo daneliqandibe, divê tabloyek daliqîne û navekî jî ji bo pîşe û dikanê diyar bike, egerna ceza tê birîn.

 

Şîrketa Midya Tech, şîrketeke xwemalî ya taybet e û di sala 2007an de hatiye damezrandin. Piştî girêbesta li gel şaredariyê, di meha Hezîrana 2017an de, di nav 12 rojan de amarek amade kir û navê 45 hezar û 589 cihên bazirganiyê tomar kir.

 

Rêveberê Teknîkî yê Şîrketa Midya Tech Çiya Palanî ji Rûdawê re ragihand: “Me di destpêkê de amarek amade kir. Piştre bi rêya GPSê ve cihê hemû dikan û cihên bazirganiyê diyar kirin. Dûvre me koda taybet danî û hemû zanyariyên wan cihan tomar kirin.”

 

Şîrketa Midya Tech niha her meh ji 32 hezar dikanan pereyên zibil werdigre, heta niha wêneyên tabloya pênasînê yên 20 hezar dikanan li sînorê şeş şaredariyên Hewlêrê hatiye diyarkirin û %50ê heqê wan tabloyan hatiye standin.

 

Çiya Palanî dahata ku di nav 5 mehan de berhev kirine aşkere kir û got: “Dahata ku hate berhevkirin, milyarek û 300 milyon dînar e (milyonek û 40 hezar dolar). 79 milyon û 243 hezar dînar pereyê tabloyên pênasîna cihên bazirganiyê bû û %12ê wê pereyê ku dike 156 milyon dînar, ji bo şîrketa me bû.”

 

Li ser komkirina pereyên zibilên malan jî Çiya Palanî got: “Me 250 hezar cihên niştecihbûnê li taxên bajarê Hewlêrê tomar kirine, hemû zanyariyên me li ber destê me ne, lê ji ber qeyrana darayî, Wezaret niha wergirtina pereyên zibilan daye sekinandin.”

 

Rêveberê Şaredariya Yek a li Parêzgeha Hewlêrê Merwan Hadî Şiwanî ji Rûdawê re ragihand: “Li sînorê şaredariya me, zêdetirî 11 hezar cihên bazirganiyê hene, li gor rêkaran her meh pereyên zibilan em werdigrin, lê ji bo wergirtina pereya tabloyê, weke alîkariyek, bi rêya karmendan ve me dikan û cihên bazirganiyê agahdar kiriye ku ji bo her metreyeke çargoşe, divê salane 40 hezar dînar (32 dolar) bidin. Eger tabloya dikandarekî gelek mezin be û nikaribe bide, dikare biçûk bike. Lê ji metreyekê piçûktir nabe.”

 

Wergirtina heqê tabloya dikan û cihên bazirganiyê, hin dikandar, şîrket, market û pêşangeh nîgeran kiriye, ew dibêjin ku di danîna heqê tabloyan de rewşa bazar li ber çavan nehatiye girtin, çimku hin dikan yan navê dikanê bi boyax nivîsandine, yan jî tabloyeke biçûk daliqandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst