Beşek ji heciyên Rojavayê Kurdistanê gihîştin Hewlêrê

11-06-2023
RÛDAW
Îro yekem heciyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûn û biryar e paşê bi reya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê biçin Siûdiyê.
Îro yekem heciyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûn û biryar e paşê bi reya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê biçin Siûdiyê.
Nîşan Rojava Heciyên Rojavayê Kurdistanê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro yekem heciyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûn û biryar e paşê bi reya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê biçin Siûdiyê.

Karwanê heciyên Rojavayê Kurdistanê, vê êvarê di rêya deriyê Sêmalka re derbas bûn, biryar e sibe karwanê duyem bi heman awayî derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Li gorî berpirsên Heciyên Sûriyê, îsal 475 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê biçin hecê.

Rêveberê Nivîsgeha Heciyên Sûrî li Herêma Kurdistanê, Hacî Ebdul-Îlah Silêman Keleş ji Rûdawê re ragihand, îro wan li Deriyê Pêşabûr-Sêmalka pêşwazî li heciyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Bi gotina Hacî Ebdul-Îla Silêman Keleş, hejmara heciyên îsal ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ku bi rêya ofîsa wan dê herin hecê, 475 kes e, û hejmara kesên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê ne, ew jî wê tevlî wan bibin 175 kes e.

Her bi gotina Hacî Keleş, roja Îna bê, demjimêr 10:00ê sibehê 165 kes û demjimêr 18:00ê êvarê jî 165 kes dê bi firokeyê derkevin Hecê. Bi heman awayî jî roja Şemiya bê, beşê mayî dê derkevin.

Derbarê têçûya geşta çûn û hatinê û xerciya her kesekî jî, Hacî Keleş ji Rûdawê re got tevaya xerciya çûn û hatina her kesekî ji ber Deriyê Pêşabûr heta vegera ji Hecê, 4 hezar û 200 dolar e.

Hacî Ebdul-Îlah Silêman Keleş, daxwz kir ku bi rêya Rûdawê spasiya wî bigihêje Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên pêwendîdar ku bi awayekî baş bi wan re alîkar in ji bo biserîkirina heca xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi hêsanî û bê astengî û zehmetî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst