Bihayê onsa zêr daket 4350 dolarî

2 demjimêr berê
Nîşan Şer Zêr Erzanbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr nêzîkî ji sedî 3yan daket.

Li bazarê onseke zêr bi 4350 dolarî tê kirîn û firotin.

Divê were gotin ku daketina bihayê zêr 9 roj in didome.

Îro bihayê zêr gihîşt asta xwe ya herî nizm a ji 2yê Kanûna Paşîn a îsal ve.

Bandora şer û enflasyonê

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:

"Şerê Îranê ketiye hefteya xwe ya çarem. Bihayê petrolê jî bi ser 110 dolaran ketiye."

Li gorî wî şîrovekarî, ji ber bilindbûna enflasyonê îhtimala daxistina faîzê nemaye û Banka Navendî ya Amerîkayê dê faîzê danexe û vê yekê jî ziyaneke zêdetir gihandiye bihayê zêr.

Gefên Îranê û bazara Asyayê

Îranê ragihand, heke êrişî navendên wê yên enerjiyê bê kirin, ew dê ji bo tolhildanê binesaziya enerjiyê ya Kendavê bike armanc.

Ji aliyê din ve, şerê Îranê bûye sedema daketina bihayê borsayên Asyayê.

Veberhêner û bazirganan ji bo xweparastina ji şoka bazara pişkan, dest bi firotina zêrên xwe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst