Şer derba xwe li bin guhê zîv jî dixe

2 demjimêr berê
Nîşan Zîv Şer Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv zêdetirî 2 dolaran daket û bû nêzîkî 65 dolar.

Ev çar hefte ne ku li pey hev daketina bihayê vê madena spî didome.

Şer û zîv

Daketina bihayê zîv bi dijwarbûna şerê navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê re hevdem e.

Aboriyên mezin ên cîhanê hewl didin zexta enflasyonê ya li ser welatiyan kêm bikin.

Ew vê yekê bi rêya piştgirîdayîna bihayên enerjiyê dikin.

Gefên Trump û hişyariya Îranê

Ti nîşana aramkirina şerê Îranê nîne. Bi taybetî jî piştî gefên Donald Trump tirs bêhtir bûye.

Donald Trump gef xwaribû ku heke Tengava Hurmizê neyê vekirin ew dê li santralên elektrîkê yên Îranê bixin.

Li hemberî vê yekê Îranê jî hişyarî da.

Îranê ragihand ku heke navendên wan ên enerjiyê bibin armanc ew dê êrişî berjewendî û navendên sereke yên Amerîka û Îsraîlê yên li tevahiya herêmê bikin.

Faîz û enflasyon

Hefteya borî, bihayê zîv zêdetirî ji sedî 15an daket.

Bilindbûna bilez a bihayê petrolê dilgiraniyên li ser enflasyonê zêdetir kirin.

Bankên navendî ji bo rûbirûbûna enflasyonê tedbîran distînin.

Îhtîmaleke mezin e ku ew faîzê danexînin û berevajî wê yekê faîzê bilind bikin.

Ev yek jî ziyana herî mezin digihîne bihayê zîv û madenên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst