Petrol biha bû: Di ser 100 dolarî re ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro pêncşemê jî wekî çend rojên borî bilind bû.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, petrola Brent a Deryaya Bakur ji nêzîkî 100 dolarî bilindî zêdetirî 103 dolaran bû.

Petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî ji 92 dolaran bilindî zêdetirî 94 dolaran bû.

Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta du hefteyî ya li gel Îranê dirêj kiribe jî, her du welat mijûlî rêgirtina li keştiyan in.

Her aliyek bi serê xwe dest bi ser keştiyên bazirganî û keştiyên petrolê de digire û bi vî awayî çûn û hatina deryayî li Tengava Hurmizê sînordar kiriye.

Îranê dest bi ser du keştiyan de girtiye û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê jî rê li ber 3 keştiyên ku alaya Îranê li ser wan bûye girtiye da ku nêzîkî Tengava Hurmizê nebin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku agirbest tenê wê demê watedar e ku dorpêça Amerîkayê ya li ser keştiyên Îranî were rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst