Petrola brent bi 101 dolaran tê firotin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Petrol Bazar Cîhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrolê brent îro bi 101 dolaran hat firotin.

Bihayê petrolê zêde bû.

Ev zêdebûn piştî wê yekê hat ku Îranê red kir bi Amerîkayê re dan û standin kiribin.

Bihayê barmîla petrola brent a Deryaya Bakur dolarek û 6 sent zêde bû û bi 101 dolaran hat firotin.

Bihayê petrola Teksasê ya Amerîkayê jî dolarek û 58 sent zêde bû û bi 89 dolar û 71 sentan hat firotin.

Daxuyaniya Trump

Doh bihayê petrolê sedî 10 daketibû.

Sedema vê yekê ew bû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek dabû.

Trump ragihandibû ku wan ji ber dan û standinên erênî yên bi berpirsekî Îranî re yên ji bo sekinandina şer, êrişên li ser santralên elektrîkê yên Îranê 5 rojan dane sekinandin.

Tengava Hurmîzê girtî ye

Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê daxuyaniyek da.

Tim Waterer got, "Ji ber sekinandina êrişên Amerîkayê yên li Îranê, bihayê petrolê ew beşa xwe ya ku ji ber şer zêde bûbû ji dest da.

Bihabûna îro ji ber wê yekê çêbû ku her çi qas êrişên Amerîkayê rawestiyabin jî Tengava Hurmîzê girtî maye."

Lê belê Îranê red kir ku bi Amerîkayê re dan û standin kiribin.

Îranê destnîşan kir ku daxuyaniyên Trump tenê ji bo aramkirina bazarên darayî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst