Zêr erzan dibe

2 demjimêr berê
Nîşan Zêr Petrol Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji sedî 1 daket.

Bi vê yekê re daketina bihayê zêr a 9 rojên borî jî berdewam kir.

Bilindbûna bihayê dolar a li hemberî diravên din, sedema sereke ya daketina bihayê zêr e.

Bazarên Asyayê vebûn

Îro serê sibehê bazarên Asyayê vebûn.

Piştî vebûna bazaran bihayê zêr ji sedî 1,6 daket û ons bi 4 hezar û 335 dolaran hat firotin.

Ilya Spivakê analîstê şirketa şêwirmendiyê ya Tasty Lifeyê li ser mijarê got:

"Bazirgan difikirin ku dê Banka Navendî ya Amerîkayê ji bo kontrolkirina enflasyonê rêjeya faîzê di asteke bilind de bihêle. Vê yekê jî zerer daye bihayê zêr."

Dolar bûye stargeheke ewle

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, zêr ji sedî 18ê nirxê xwe ji dest da.

Di vê rewşê de dolarê Amerîkî serkeftiyê şer e û li bazarê wekî stargeheke ewle ya veberhênanê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst