14 hezar kes debara xwe ji masiyên Gola Wanê bidest dixin

24-11-2017
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Masî Încî Kefal
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Gola Wanê, werzê girtina masiyên “încî kefalê” dest pê kir. Încî kefal curekî xwecihî û taybet ê masiyê Gola Wanê ye û biharan ji Gola Wanê koçî avên şirîn dikin, xerzên xwe li wan avan datînin.

 

Li navçeyên Wanê yên Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Westan, Bêgir û Erdîşê û navçeyên Bedlîsê yên Elcewaz, Xelat û Tetwanê ku li ber qiraxê Gola Wanê ne, masîgir di heftê da çend rojan li hev dicivin û masiyan digrin.

 

Masîgir torên xwe davêjin golê û demeke dirêj li bendê dimînin û bi tonan masiyan digrin. Van masiyan him li bajêr difroşin him jî dişînin bajarên din.





 

Li Wan û Bedlîsê 190 qayîkên masîgiran yên tomarkirî hene.

 

Endamê Hîndekariyê ya Peymangeha Berên Avê ya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê Mustafa Akkuş dide zanîn, ku rûberê Gola Wanê 3 hezar û 712 kîlomêtducar e. Di Gola Wanê de bi tenê încî kefal dijî.

 




Akkuş got: "Li welatê me masîgiriya avê, ji sê paran parek ji încî kefaliya nav Gola Wanê tê. Divê em vê stoka masiyan biparêzin û xwedî lê derkevin."

 

Bi gotina Akkuş masîgir bi hatina sermayê re dest bi werzeke bi bereket kirine û diyar kir: “Debara 14 hezar mirovên li derdora Gola Wanê ji încî kefalê tê. Dahata wan di salekê de 14 milyon dolar e. Ev jî piştgiriyeke mezin dide aboriya herêmê. Divê çavkaniyeke wiha were parastin. Dema ku masî xerzê xwe datînin, bi rêya qaçax masî tên girtin. Heke pêşî li ber vê qaçaxiyê were girtin, hejmara kesên ku debara wan ji masiyên Gola Wanê tê, wê zêde bibe."


(Çavkanî: AA)


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst