Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li 15 kesên ku bi qaçaxî masiyên kefal ên Gola Wanê digirtin 216 hezar û 905 lîre ceza hat birîn.
Parêzgariya Wanê ragihand xebatên parastina masiyên kefal ku di Gola Wanê de dijîn didomînin.
Masiyên kefal ên Gola Wanê di dema zêdebûnê de koçî avên şîrîn dikin û di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de girtina wan qedexe ye.
Parêzgariyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê ji erd û asman ve li cihên ku avên çeman diherikên Gola Wanê ji bo rêlibergirtina qaçax a masiyan bigirin kontrolên xwe berdewan dikin.
Di vê çarçoveyê de Fermandariya Cendirmeyan a Wanê di navbera 4-10ê Gulanê de 24 operasyon pêk anîne.
Di wan operasyonan de 3 ton 820 kîlogram masiyên kefal, 3 botên bi hawayê, 2 hezar û 245 metre tor hatine bidestxisitn.
Her wiha li 15 kesên ku bi qaçaxî masiyên kefal girtine jî 216 hezar û 905 lîre ceza hat birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse