Hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê zêde bû

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Petrol Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinartina petrola Kerkûkê ya di ser Herêma Kurdistanê re beriya hefteyekê dest pê kiribû.

Qebareya hinartina petrolê ji 170 hezar bermîlan derket 200 hezar bermîlan.

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakurê (North Oil) diyar kir ku ji îro pê ve dê ev hejmar bigihîje 250 hezar bermîlan.

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakurê Amîr Xelîl ji Rûdawê re axivî.

Wî got, "Niha petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê di ser xeta boriya Herêma Kurdistanê re ji Bendera Ceyhanê re tê şandin.

Qebareya vê petrolê nêzîkî 200 hezar bermîlan e."

Amîr Xelîl da zanîn ku ji îro pê ve dê hinartina petrolê derkeve 250 hezar bermîlan.

Wî eşkere kir ku di paşerojeke nêzîk de ev hejmar dê bigihîje 300 hezar bermîlan.

Li gorî zanyariyên Amîr Xelîl, dema petrola Kerkûkê tê hinartin, ew bi petrola Herêma Kurdistanê re tê têkelkirin.

Para Herêma Kurdistanê ya hilbirînê jî rojane nêzîkî 40 hezar bermîlan e.

Li ser petrola Kerkûkê daxwazeke zêde heye

Birêvebirê Şirketa Petrola Bakurê her wiha da zanîn ku wan dest bi firotina petrola hinardekirî kiriye û got:

"Kalîteya petrola Kerkûkê gelekî baş e. Ji ber vê yekê li bazarê daxwazeke zêde li ser heye."

Bandora şerê Îranê

Piştî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de, 18ê vê mehê barê yekemîn ê petrola Kerkûkê hat şandin.

Ev petrol di ser xeta boriya petrola Herêma Kurdistanê re ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re hat şandin.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kiribû.

Ji ber vî şerî hinartina petrola Îraqê ya di ser benderên Besreyê re rawestiya.

Piştî vê yekê, berê petrola Îraqê kete ser xeta boriya Herêma Kurdistanê.

Beriya şer Îraqê rojane 3,4 milyon bermîl petrol hinarde dikir.

Lê belê niha ew tenê dikare petrola xwe di ser Tirkiyeyê re hinarde bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst