Tumen dîsa bê qîmet dibe

3 demjimêr berê
Nîşan Dolar Tumen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tumen îro jî li beramberî dolar bê qîmet bû.

Bihayê dolar doh 1 hezar û 100 tumenî bilind bûbû û gihiştibû 174 hezar û 100 tumenî, dolar îro jî 400 tumenan biha bû.

Niha dolarekî Amerîkayê bi 174 hezar û 500 tumenî tê kirîn û firotin

Asta herî bilind û herî kêm

Di 24 saetên dawî de asta herî bilind a dolar a li beramberî tumen 175 hezar û 300 tumen bû û asta herî kêm jî 162 hezar û 300 tumen bû.

Bihayê niha yê dolar li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 1,69 daketiye lê belê di 6 mehên dawî de bi qasî ji sedî 53,74an bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst