Bi qasî 2 milyar û 500 hezar dolar ziyan gihîştiye aboriya Îranê

25-12-2017
RÛDAW
Nîşan Deriyê Perwîzxanê Îran Herêma Kurdistanê Rojhilat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina deriyê sînorî Perwîzxanê yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ziyaneke bi qasî 2 milyar û 500 hezar dolarî gihandiye aboriya Îranê.

 

Endamê Komîsyona Asayişa Niştîmanî û siyaseta derve li Parlemana Iranê Hîşmetula Felahetpêşe ragihand ku ji ber girtina sînorên rojavayê Iranê li gel Iraqê, 2 milyar û 500 milyon dolar ziyan gihîştiye aboriya Iranê.

 

Hîşmetula Felahetpêşe dibêje, ji bilî şopandina dosya girtina deriyên sînorî li Encûmena Bilinda Parastina Asayişa Niştimaniya Iranê, wî hişyarî jî daye serokomarê wî welatî.

 

Bi gotina Felahetpêşe, pêwîst bû serokomar, wezîrê derve, navxwe, bazirganî, aborî û pîşesaziyê ji bo nirxandina ziyanên girtina deriyên sînor hatibûna vexwendin.

 

Felahetpêşe ku nûnerê Dalaho û Îslam Awaya Rojhilat e herwiha da zanîn ku ziyanên girtina sînorên rojavayê Iranê ligel Iraqê, bi qasî 2 milyar û 500 milyon dolaran e.

 

Serokê Odeya Bazirganî ya Kirmaşanê Keywan Kaşifî berî niha got, girtina wî deriyê sînorî piştî 3 mehan, bûye sedema bêkarbûna zêdetirî 3 hezar kesan.

 

Li gorî daneyên Serokê Odeya Bazirganî ya Kirmaşanê Keywan Kaşifî, salane bi qasî 3 milyar dolaran pevguhertina bazirganî bi rêya deriyê Perwîzxan tê kirin.

 

Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, deriyên sînorî yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, ji aliyê Iranê ve hatin girtin, lê piştre bi tenê deriyê Başmax hat vekirin.


Nivîsîn: Aydin Bayram


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst