Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Ajansa Çavdêriya Berhemên Kiştûkalî ya Rûsyayê Rosselhoznadzorê yên li herêmên Bryansk û Smolenskê, nehiştin ku 59.9 ton bacanên ji Tirkiyê hatibûn şandin derbasî nav welêt bibin.
Li gor daxuyaniya berpirsên Rosselhoznadzorê, di pişkinîna ku li depoyên demkî hatiye kirin, kirmokên zindî li ser 59.9 ton bacanên Tirkiyê hatine dîtin û ji ber vê yekê jî nehiştine bikevin bazarên Rûsyayê û paşde hatine vegerandin.
Piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve di Mijdara 2015ê de, bacan jî di nav de ji Çileya 2016ê ve kirîna çendîn berhemên kiştûkalî ji Tikiyê hatibû rawestandin.
Li gor medya Rûsî, piştî aliyê Tirkiyê bi fermî daxwaza lêborînê kir, qedexe qonax bi qonax hat rakirin lê qedexeya li ser bacanan berdewam kiribû.
Piştî danûstandinên dûr û dirêj Rûsyayê, di Mijdara 2017ê de qedexeya li ser bacanan rakir û kotaya bacanên ku ji Tirkiyê bên kirîn jî 50 ton diyar kir. Lê li beramber goştê ga yê Rûsyayê ku bikeve bazara Tirkiyê, di meha Çile de kota bo 100 tonî hat zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse