Hevdîtina Rûsya-Ukraynayê: 'Mayîna aliyan a li ser maseyê hêviyek e'

03-06-2025
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rûsya Ukrayna Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî hevdîtina ewil a 16ê Gulanê, Rûsya û Ukrayna di bin siya şer û êrîşên şeva 1ê Hezîranê de careke din li ser maseya aştiyê rûniştin.

Ji bo gotûbêjkirina rawestandina şer, duyemîn hevdîtina navbera şandeyên Rûsî û Ukraynî, di 2yê Hezîranê de dîsa li Stenbolê li Qesra Çiraganê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de pêk hat.

Rojekê beriya civîna li Stenbolê, ji ber operasyona esmanî ya Ukraynayê bi ser Rûsyayê de atmosfera hevdîtinan bi aloz bû. Lê piştî hevdîtina 1 saet û 10 deqîqeyî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçeli, da zanîn ku civîn "bi encameke neyînî bi dawî nebûye."

"Berdewamiya mayîna aliyan a li ser maseyê hêviyek e"

Nûnerê Tirkiyeyê yê Televîzyona Azerbeycanê Yalçin Tahiroglu Aliyev li ser dan û standinan got:

"Gava em li bipêşveçûnên beriya hevdîtinan dinêrin; bi taybetî jî êrîşa doh û di rojên dawî de zêdebûna êrişên Rûsyayê, em dikarin bibêjin ku ev civîn serkeftinek e.

Her wiha berdewamiya mayîna aliyan a li ser maseyê û daxuyaniyen ji bo gotûbêjan, wekî hêviyekê tên dîtin."

Di rojeva hevdîtinan de agirbest, pevguhertina dîlan û zarokên hatine revandin hebûn.

Her du alî belgeyên ku daxwazên wan tê de bûn bi rêya Şandeya Tirk radestî hev kirin.

Rûsya û Ukrayna, di vê hevdîtinê de pevguhertina herî berfireh a dîlan pêk anî.

Wê her du alî hemû leşkerên birîndar û nexweş û kesên temenê wan di bin 25 saliyê de bi hev biguherînin.

Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Vladimir Medinskiy ku serokatiya Şandeya Rûsyayê kir got, ew ê hefteya bê bi awayekî yekalî 6 hezar termên qerimandî yên leşkeran bidin aliyê Ukraynayê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê George Tykhyi da zanîn ku Rûsya hêj jî qebûl nake ku bêyî şert û merc agirbest bê ragihandin.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov serokatiya Şandeya Ukraynayê kir.

Rayedarên Ukraynî beriya civînê bi nûnerên Almanya, Îtalya û Îngiltereyê re li Stenbolê civiyan.

Tirkiyeya ku piştî 3 salan her du aliyan li ser heman maseyê civand, mazûvaniya civînê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serokatiya civînê kir.

Her wiha Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sererkan Metîn Gurak jî beşdarî civînê bûn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtinan daxuyanî da û got, "Daxwaza min a herî mezin ew e ku Putin û Zelenskiy li Stenbolê yan jî li Enqereyê bînim cem hev. Heta Trump jî bidim kêleka wan."

"Em dê hevdîtinên sêyem û çarem jî bibînin"

Rojnameger û Şîrovekarê Tirk Gungor Yavuzaslan got, "Li gorî min ev hevdîtin wê demeke din jî dewam dike.

Yanî piştî vê em dê hevdîtinên sêyem û çarem jî bibînin. Hêj alî negihiştine agirbesteke dawî.

Niha zêdetir mijarên teknîkî û mirovî tên nirxandin. Tirkiye dixwaze lîderan li hev bicivîne û zemîna aştiyê ava bike.

Armanca Tirkiyeyê ew e ku Putin û Zelenskyy bîne cem hev û agirbestekê were ragihandin."

Li aliyê ji medyaya cîhanî û Tirkiyeyê derdora 300 rojnameger hevdîtinê şopandin.

Ji medyaya Kurdî jî tekane medyaya ku li Qesra Çiraganê hevdîtina Rûsya û Ukraynayê şopand Tora Medyayî ya Rûdaw bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst