Îran daxwazên Amerîkayê red dike, petrol biha dibe

1 demjimêr berê
Nîşan Petrol Şer Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro piştî vebûna bazarên Asyayê biha bû.

Îro bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur dolarek û 13 sentan bilind bû û bermîl bi 103 dolar û 35 sentan hat firotin.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 8 sentan bilind bû û bermîlek bi 91 dolar û 40 sentî hat firotin.

Nakokiyên Amerîka û Îranê û bandora wan a li ser bazarê

Bazirganên petrolê çavê xwe dane ser îhtimala rawestandina şer û encamên dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de.

Doh bihayê petrola brent û yê petrola sivik a Teksasê ji sedî 2 daketibû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî şeva borî ragihand ku pêşniyarên Amerîkayê gihiştine destê wan lê ti niyeta wan ji bo dan û standinan nîne da ku şerê li Rojhilata Navîn aram bibe.

Hişyariya Koşka Spî

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand, "Heke Îran têkçûna xwe ya leşkerî qebûl neke, Serok Trump dê xerabtir li wan bixe."

Analîstê li Navenda Lêkolînan a NLIyê Tsuyoshi Ueno jî derbarê vê mijarê got:

"Hêviyên ji bo ragihandina agirbestê lawaz û sist in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst