Şerê li Îranê tabelayên benzînxaneyan guherandin: Şofêr bi gazin in

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Xelk bi gazin e / Wêne: Rûdaw Grafîk
Xelk bi gazin e / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Tirkiye Sotemenî Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û girtina Tengava Hurmizê, bermîleke petrola brentê heta 101 dolarî biha kir.

Ev rewş li Tirkiyeyê jî bandoreke mezin li bihayê sotemeniyê dike.

Ji ber vê yekê, di nava meha dawî de 12 caran tabelayên benzînxaneyan hatin guhertin.

Li Tirkiyeyê di nava 2 rojan de mazot û benzîn biha bû û pişt re daket.

Herî dawî 24ê Adarê lîtreya mazotê 6,58 lîreyên Tirkî biha bû.

Li hinek bajaran bihayê lîtreya mazotê gihîşt 80 lîreyî lê piştî ku petrol daket 96 dolarî, şeva 25ê Adarê li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê daket.

Mazot bi 3,72 lîreyan e û benzîn jî 55 quruşan erzan bû.

Li Stenbolê ji 25ê Adarê ve lîtreya mazotê bi 74 lîreyan û lîtreya benzînê jî bi 62,50 lîreyan tê firotin.

Bandora pêşhatên jeopolîtîk

Pêşhatên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn, dibin sedem ku li Tirkiyeyê hefteyê 2-3 caran benzîn û mazot biha bibin.

Herî dawî 24ê Adarê lîtreya mazotê bi qasî 6,58 lîreyan û lîtreya benzînê jî bi qasî 93 quruşan biha bûn.

Lîtreya mazotê li hinek bajaran gihîşt 80 lîreyî.

Karkerê tenduristiyê Tekîn Aslan li ser rewşê got:

“Par van deman min depoya otomobîla xwe bi 2 hezar lîreyên Tirkî tije dikir lê niha bi 3 hezar lîreyî tije dibe.

Ez nizanim dê ev rewş heta kengî bidome lê bi rastî jî rewş gelekî xirab e.

Jixwe ez êdî wekî berê bi otomobîla xwe naçim û nayêm.

Ez tenê dema karê min hebe lê siwar dibim.

Berê ez bi otomobîlê diçûm kar û dihatim.

Dema benzîn biha dibe em jî hesabê xwe li gorî wê dikin.”

Şofêrê minibusa nav bajêr Aydin Ozyurt jî da zanîn:

“Ji ber bihabûna mazot û benzînê êdî em nikarin yewmiyeya xwe derxînin.

Kesên ku karê veguhastinê dikin ji ber bihabûna mazotê li hinek cihan qontaxa wesayîtên xwe girtine.

Dema mazot biha dibe veguhastin jî biha dibe.

Helbet dema veguhastin biha dibe, dibe sedem ku kel û pelên li bazar û marketan jî biha bibin.”

Daketinên demkî û pergala nû

Piştî ku bihayê petrolê daket 96 dolarî, şeva 25ê Adarê li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê daket.

Bihayê mazotê 3,72 lîreyan û yê benzînê jî 55 quruşan daket.

Ji 5ê Adara 2026an ve bi awayekî demkî hikûmetê pergaleke mobîl da destpêkirin ku bacên li ser sotemeniyê kêm dike.

Li Stenbolê ji 25ê Adarê ve lîtreya mazotê daket 74 lîreyan û lîtreya benzînê jî daket 62,50 lîreyan.

Şofêrê taksiyê Engîn Çelîk jî nêrîna xwe wiha anî ziman:

“Li gorî berê em niha mazotê çend qatan bihatir dikirin.

Dahata me wekî xwe dimîne lê mesrefên me tim zêde dibin.

Eger wiha bidome dê mesrefa her tiştî zêdetir bibe.

Ez nizanim dê kengî pêşî li vê bihabûnê bigirin.

Hêvîdar im ku rayedar êdî pêşî li bihabûnê bigirin da ku em jî hinekî rihet bibin.”

Tirkiye ji sedî 90ê petrolê hawirde dike

Tirkiye ji sedî 90ê petrola xam û berhemên petrolê ji welatên wekî Rûsya, Îraq û Qazaxistanê û ji Herêma Kurdistanê hawirde dike.

Li gorî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, dema bihayê bermîleke petrolê dolarekê zêde bibe, mesrefa wê ji bo Tirkiyeyê dibe 400 milyon dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst