Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê bi awayekî berbiçav bilind bû û asta 78 hezar û 500 dolarî derbas kir.
Bitcoin niha di qonaxa arambûnê de ye û dibe ku armanca wê bilindbûneke zêdetir be da ku derbasî ser asta 79 hezar û 200 dolarî bibe.
Bihayê Bitcoinê asta 77 hezar dolaran li dû xwe hişt û niha ev ast bûye xêza piştgiriyê.
Bitcoinê piştî wê yekê jî karîbû bi hêsanî astên 77 hezar û 500 û 78 hezar dolaran derbas bike.
Bihayê diravê dîjîtal ê herî mezin heta bi 79 hezar û 480 dolarî jî bilind bû û niha bi zêdetirî 79 hezar dolaran tê kirîn û firotin.
Li gorî analîstan, eger bihayê Bitcoinê li ser 78 hezar û 200 dolarî aram bimîne, dibe ku hewleke nû ya bilindbûnê bide.
Asta berxwedanê ya destpêkê nêzîkî 79 hezar û 200 dolarî ye.
Eger ew ast were şikandin, îhtimala gihîştina asta 80 hezarî û derbaskirina wê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse