Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr dîsa ber bi lûtkeyê ve diçe.
Bihayê onsa zêr vê sibehê di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de 93 dolaran zêde bû.
Bi vê zêdebûnê re onsa zêr gihişt 5 hezar û 278 dolaran.
Saziyeke darayî pêşbînî dike ku zêr bigihe 6 hezar dolarî.
Ji destpêka vê mehê ve heta îro, bihayê onsa zêr ji sedî 8,5 ango 445 dolar zêde bûye.
Tenê hefteya borî zêr 170 dolaran biha bû.
Sedema sereke ya vê bilindbûnê ew e ku veberhêner di demên ne aramiya siyasî û aborî de zêr wekî "stargeheke ewle" dibînin.
Sedemên bihabûnê
Yek ji sedemên sereke yên bihabûna zêr a vê mehê, tundbûna aloziya navbera Amerîka û Îranê ye.
Washingtonê gelek keştiyên şer şandine Rojhilata Navîn.
Amerîkayê gef li Îranê xwar ku eger şertên peymana atomî qebûl neke, dê rûbirûyî vebijêrka leşkerî bibe.
Her çi qasî civînên hefteya borî yên her du welatan bê encam mabin jî, her du aliyan jî niyeta berdewamiya diyalogê nîşan da.
Vê yekê hinekî hêvî çêkir lê metirsî hîn dewam dikin û ev jî dibe sedem ku zêr biha bibe.
Sedemeke din jî biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê ye.
Dadgehê piraniya wan bacên gumrikî betal kirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump sepandibûn.
Trump wekî bertek gefa sepandina bacên nû xwar û vê yekê nezelalî xist bazaran.
Di heman demê de, daketina bihayê pişkên (hîse) şirketên hişê çêkirî (AI) jî bandor kir.
Veberhêneran sermayeyên xwe ji borsa û pişkan kişand û berê xwe da kirîna zêr.
Stratejîstê Bilind ê Konseya Zêr a Cîhanê Joseph Cavatoni got:
"Dema ku rîsk di bazarên pişkan de tê dîtin, xelk dîsa berê xwe dide kirîna zêr.
Em vê daxwaza zêde li Amerîka û Asyayê bi zelalî dibînin."
Pêşbîniya 6 hezar dolaran
Li aliyê din, saziya darayî ya Amerîkî "Bernstein"ê pêşbîniyên xwe yên demdirêj ên ji bo zêr guherandin.
Saziyê ragihand ku ji ber daxwaza berdewam a bankên navendî û kêmkirina faîzê li Amerîkayê, dê zêr bi lez biha bibe.
Li gorî pêşbîniyên vê saziyê, onsa zêr sala 2026an digihe 4 hezar û 800 dolarî.
Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2030î jî bigihe asta 6 hezar û 100 dolarî.
Divê were gotin ku rapirsiyên nû nîşan didin ji sedî 95ê bankên navendî yên cîhanê plan dikin ku rezervên xwe yên zêr zêde bikin.
Ew bank dixwazin di beramberê zêr de pişta xwe kêmtir bi dolarê Amerîkî qewîn bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse