Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê di roja dawî ya hefteya dan û standinan de li bazarên cîhanê gihişt asta herî bilind a heşt mehên dawî.
Bihayê bermîleke petrola brent ji sedî 2,87 bilind bû û gihişte 72,87 dolaran.
Petrola brent beriya girtina bazaran asta 73 dolaran jî derbas kir.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê jî ji sedî 2,78 zêde bû û bi 67 dolaran hat firotin.
Dan û standinên Îran û Amerîkayê
Şandeyên dan û standinan ên Îran û Amerîkayê hîn negihîştine ti peymaê.
Vê yekê jî li herêmê tirsa li ser qutbûna hinartina petrolê zêde kiriye.
Her çend her du aliyan li hev kiribe ku gotûbêjên neyekser hefteya bê jî didomin, di nava bazirganan de gumaneke mezin heye ku birêvebiriya Donald Trump karibe bi Tehranê re bigihe peymanekê.
Şirovekarê payebilind ê şirketa 'Price Futures Group' Fil Flynn got:
“Îhtimaleke gelekî dûr e ku Îran mercên birêvebiriya Trump qebûl bike. Bazar jî wisa hîs dike ku em ber bi qonaxeke çareserker û xeternak ve diçin.”
"Tirs û nezelalî"
Niha bihayê petrola xav a brent û petrola sivik a Teksasê li asta xwe ya herî bilind a 8 mehên dawî ye.
Şirovekarê petrolê yê saziya (PVM) Tamas Varga ragihand:
"Nezelalî û tirs bihayan ber bi jor ve dibin.
Rewş bi temamî bi çarenivîsa gotûbêjan û îhtimala her berteka leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê ve girêdayî ye."
Ev bilindbûn piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 19ê Sibatê hişyarî dabû Îranê ku divê di nava 10 heta 15 rojan de peymanê bike, eger na dê "tiştekî gelekî xerab" rû bide.
Bihayê metirsiya jeopolîtîk
Li gorî şarezayan, ji ber metirsiya jeopolîtîk 8 heta 10 dolar çûye ser bihayê her bermîla petrolê.
Ev jî ji ber tirsa rawestandina geştên deryayî yên li Tengava Hurmuzê ye ku nêzîkî ji sedî 20ê petrola cîhanê tê re derbas dibe.
Ji bo rêlibergirtina her şoka mezin a li bazara petrolê, Îmarat û Erebistana Siûdî amadehiyan dikin ku hilberîna petrolê zêde bikin.
Li rexê din, OPEC Plus dê 1ê Adarê bicive û li ser zêdekirina 137 hezar bermîl petrol (rojane, ji bo meha nîsanê) gotûbêjan bike.
Armanc jî ew e ku li bazarên cîhanê aramî çêbibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse