Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê roja înê di asta herî bilind a 3 salên dawî de hate firotin.
Tevî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser dan û standinên bi Îranê re jî, dilgiraniya bazirganan a derbarê qutbûna dabînkirina petrolê ji herêmê kêm nebû.
Bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 4,22yan bilind bû û bermîla wê bi 112,57 dolaran hate firotin.
Ev yek asta herî bilind a bihayê petrola brent e ji tîrmeha 2022yan ve (piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê).
Her wiha bihayê petrola sivik a Texasê jî bi rêjeya ji sedî 5,46an zêde bû û bermîla wê gihişt 99,64 dolarî.
Gava Trump a ji bo dana mûleta 10 rojan a ji bo vekirina Tengava Hurmizê, dilê bazirganan rihet nekir. Serokê Amerîkayê li ser medyaya civakî ragihandibû ku dan û standinên bi Îranê re "gelekî baş diçin."
Trump her wiha got wî ferman daye ku êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê heta 6ê Nîsanê werin sekinandin. Îranê heta niha li ser van daxuyaniyan tiştek negotiye.
Li aliyê din, li gorî jêderên çavdêriya deryayî, du keştiyên petrolê yên şirketa Çînî xwestine di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê hatine vegerandin.
Her çi qas Supaya Pasdaran berê gotibû keştiyên welatên dost dikarin derbas bibin jî, vegerandina keştiyên Çînî nîşan dide ku hat û çûna di tengavê de hîn jî sînordar e.
#GRAFÎK - Îro li bazarên cîhanê rewş ev e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2026
💢 Bîtcoîn ji 70 hezar dolarî dûr ket#Bitcoin #Gold #Silver #Oil pic.twitter.com/bOkleYdRG8
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse