Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek herêmên Sûriyeyê çalakvan û welatiyan ji bo şermezarkirina bihabûna zêde ya goştê mirîşkan dest bi boykoteke 10 rojî kir.
Goştê mirîşkan ku berê li şûna goştê sor wekî "alternatîfeke erzan" dihat dîtin, êdî ji bo piraniya xelkê bûye luks.
Li Sûriyeyê krîza aborî û daketina tund a hêza kirînê, gihîştina xwarinên sereke zehmet dike.
Kampanyaya boykotê doh dest pê kir.
Xelk bi vê kampanyayê bihayên heyî wekî "nedadmendane" pênase dike û armanc dike ku zextê li bazirgan û dabînkeran bike.
Goştê mirîşkan êdî luks e
Organîzatorên boykotê bangî xelkê kir ku 10 rojan mirîşk û berhemên mirîşkan nekirin.
Welatî balê dikişînin ser bêkontroliya li bazaran.
Her wiha ew diyar dikin ku biha bi ti awayî li gorî dahata malbatan nînin.
Li bazarên Sûriyeyê bihayên mirîşkan gihîştine van astan:
- Mirîşka sax (nêzîkî 2,5 kîlogram): 2,9 dolar (35 hezar û 815 lîreyên Sûrî)
- Ran û baskên mirîşkan: 3,5 dolar (43 hezar û 225 lîreyên Sûrî)
- Sînga mirîşkan: 5,6 dolar (69 hezar lîreyên Sûrî)
Bêkarî û bihabûna jiyanê bûn sedema boykotê
Beşdarên boykotê diyar dikin ku ji ber bihabûna jiyanê û kêmiya derfetên kar, ew êdî nikarin mesrefên mitbexên xwe dabîn bikin.
Tê ragihandin ku li seranserî Sûriyeyê ne tenê goştê spî, li ser hemû xwarinên sereke pêleke bihabûnê heye.
Komîteya Niştimanî ya Hawirde û Hinardekirinê ya Sûriyeyê ji bo derbaskirina krîza mirîşkan biryareke nû da.
Hikûmet armanc dike ku li bazarê berheman zêde bike û bi vî awayî bihayan daxe.
Di vê çarçoveyê de hikûmetê ragihand ku wan dema destûra hawirdekirina mirîşkên zindî heta dawiya meha Nîsana îsal dirêj kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse