Petrola Kurdistanê ji Tirkiyê re alternatîva petrola Îranê ye

28-04-2019
RÛDAW
Eger Tirkiye petrola Îranê ji dest bide, neçar dibe ku petrola giran a Rûsya, Herêma Kurdistan û Kerkûkê bikar bîne.
Eger Tirkiye petrola Îranê ji dest bide, neçar dibe ku petrola giran a Rûsya, Herêma Kurdistan û Kerkûkê bikar bîne.
Nîşan Tirkiye Petrol Îran Kurdistan Alternatîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye cîranekî giring ê Herêma Kurdistanê û Îranê ye û bikirekî sereke yê petrola Îranê ye jî, ew yek jî dike ku bi sedema guvaş û sizayên Amerîkayê yên bo ser Îranê, zirareke mezin bibîne.

 

Nirxê sûtemeniyê li Tirkiyê bilind e û jidestdana petrola Tehranê jî rewşa Enqerê aloztir dike, lewma Tirkiye li dû alternatîva petrola Îranê digere û li gor gotina şirovekaran, yek ji bijardeyên pêşiya Tirkiyê, petrola Herêma Kurdistanê ye.

 

Pisporê aborînas ê Tirkiyê, Muhdan Saglam di vê derbarê de dibêje: “Topraş (kompanyaya petrolê li Tirkiyê) bi parzûnkirina petrola giran fêr e, petrola Îranê û petrola Bakurê Iraqê baştirîn petrol in bo Topraşê, lê belê petrolê Besrayê guncaw nîne.”

 

Eger Tirkiye petrola Îranê ji dest bide, neçar e petrola giran a Rûsyayê yan petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bikar bîne. Rast e ku petrola giran a Oral a Rûsyayê yek ji bijardeyên din ên Tirkiyê ye, lê belê veguhastina vê petrolê bi rêya deryayê ji bo Tirkiyê zehmet e û lêçûnên wê gelek in. Rûsyayê jî ragihandiye, amade nîne ku qebareya hinardekirina petrola xwe zêde bike.

 

Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin dibêje: “Şiyana me ji bo berhemanîna petrolê gelek zêde ye, lê belê me rêkevtin bi OPECê re heye, ku em pêşkêşkirina petrolê di astekê de bihêlin, ev rêkevtin jî heta meha heftê kar pê tê kirin.”

 

Tirkiye niha rojane 150 hezar bermîlên petrolê ji Îranê dikire, her çend ku Enqere li hember girantirkirina dorpêçên ser Tehranê, bi tundî nerazîbûn nîşan daye, lê belê şareza dibêjin, vê carê dê Tirkiye pabendî rawestandina kirîna petrolê ji Îranê be.

 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê jî ragihandiye, ew amadekariyan dikin ji bo zêdekirina qebareya berhemanîna petrola Kerkûkê û hewl didin asta berhemanîna petrolê li Kerkûkê du qat zêde bikin.

 

Tirkiye salane bi buhayê 50 milyar dolarî petrol û gaza xwezayî û gaza şilkirî LPG ji derve hawirde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst