Mehdî Zana: Di siyaseta min de çep û rast nîne Kurdayetî heye

16-09-2023
Hêmin Ebdullah
Mehdî Zana bû mêvanê Dîasporayê
Mehdî Zana bû mêvanê Dîasporayê
Nîşan Dîaspora Mehdî Zana Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mehdî Zana ragihand ku di siyaseta wî de çep û rast nîne Kurdayetî heye.

Mêvanê vê hefteyê yê bernameya Dîasporayê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin siyasetmedar û nivîskarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana bû.

Mehdî Zana diyar kir ku niha jiyana wî bi piranî li Swêdê derbas dibe û got:

“Karê min Kurdayetî ye. Ez Kurd im. Min ji bo vê siyaset meşand. Ez tiştekî nizanim lê çi ji destê min hatibe min ji bo lihevhatin û yekîtiya Kurdan kir.

Karê min bi çepitî û rastîtiyê nîne. Li ser van mijaran jî gelek çûnûhatinên min li Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Ez bi her kesî re di nav gotûbêjê de me.”

Mehdî Zana li ser pirsa Rûdawê ya “xebatên we yên li ser nivîsandina pirtûkan hene?” got:

“Nexêr. Ez nanivîsim. Min di Girtîgeha Amedê de dest bi nivîsînê kir. Di girtîgehê de gelek bûyer hatin jiyîn. Gelek ciwanên jêhatî canê xwe ji dest da. Wan ji min re got, min nivîsî. Piştre ji girtîgehê derketim min êdî nenivîsî.

Min ji girtîgehên cuda, welatên cuda name wergirtin. Di nameyan de behsa şkenceya ku jiyane dikirin. Min ew name parve dikir.”

“Di mirinê de berjewendî nîne”

Mehdî Zana diyar kir ku wan wisa dizanî ku cîhan ji şkenceya ew tê de ne bêxeber e û got:

“65 hevalên me canê xwe da ber mirinê. Min navê 39 kesan nivîsî lê mixabin navên din nayên bîra min. Di her tiştî de berjewendî heye lê di mirinê de berjewendî nîne.

Ew di kîjan partiyê de bûn ne xema min bû. Ew qehremanên mezin bûn. Ez xwedî li bîranîna wan derketim û min serpêhatiyên wan nivîsîn.”

Mehdî Zana da zanîn ku ew li gelek welatên cîhanê geriyaye û got:

“Min bi rayedarên dewletan re hevdîtin kir. Ji bilî Rûsya û Çînê li hemû welatan geriyam. Wan rêz li min girt.”

“Ez 16 salan di girtîgehê de mam, Leyla jî 10 sal û nîvan ma”

Mehdî Zana bi bîr xist ku ew 16 salan di girtigehê de maye û hevjîna wî Leyla Zana jî 10,5 salan di girtîgehê de ma û wiha pê de çû:

“Me di ber Kurdistanê de çi ji destê me hat kir. Piştî em ji girtîgehê derketin jî derfetên me nebûn. Me hewl da em jiyana xwe berdewam bikin. Têkiliya me bi ti partiyan re nîne.

Ji ber şert û mercan ez û Leylayê ne bi hev re ne. Ji ber ku dêya wê nexweş e bi wê re dimîne lê em ji hev haydar in. Ji ber girtîgehê û siyasetê min zarokên xwe nedidîtin lê niha em her roj bi hev re diaxivin.”

Zana anî ziman ku di doza Kurdayetiyê de bêyî berdêl nabe û anî ziman:

“Xelkê Farqînê welatparêz e û di dema min siyaset dikir de xwedî li min derketin, beşdarî xwepêşandanan bû.

Ji ber ku ez bi Kurdî diaxivîm wan ez himbêz kirim. Ez ji bo Kurdayetiyê xebitîm. Wan ev yek dît û xwedî li me derket. Dema ez bi zimanê xwe diaxivîm coşeke mezin ava dibû.”

“Doza me tenê Kurdayetî bû”

Zana diyar kir ku Kurdistan welatekî bindest e û bê guman dê dagirker Pirsa Kurd înkar bikin.

Zana herwiha da zanîn ku rêza wî ji hemû neteweyan re heye û got:

“Em Kurd in û daxwaza mafên xwe dikin. Şert û mercan em neçar kirin ku ji welat derkevin. Ez û Leylayê jî demên dirêj di girtîgehê de man. Dibe ku şaşitiyên me hebin lê doza me Kurdayetî bû.

Hemû meseleya me Kurdayetî bû. Dewlet jî li dijî Kurdiyê bû. Divê em xwedî lê derkevin. Divê em bi zimanê Kurdî biaxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst