Du roj in zêr erzan dibe

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Bazar Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev du roj in zêr erzan dibe û îro bihayê onsê daket nêzîkî 4 hezar û 670 dolarî.

Îran û Amerîka heta niha ji bo bidawîanîna şer negihîştine ti çareseriyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara nû ya Îranê ne kêfxweş e.

Petrol di asteke bilind de tê kirîn û firotin û bihabûna petrol û sotemeniyê bûye sedem ku guşara li ser bihayê zêr bidome.

Çavê bazaran li Amerîkayê ye

Bazirganên zêr her wiha li benda encamên civîna du rojî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne ku dê sibe encama wê eşkere bibe.

"Faktora herî mezin jeopolîtîk e"

Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya Marexê Edward Meir li ser mijarê got:

"Sernavên jeopolîtîk di bazara zêr de hîn jî faktora herî mezin in."

Wî pisporî destnîşan kir ku eger di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirin çêbibe, dê qîmetê dolar dakeve û berê bihayê zêr jî ber bi bilindbûnê ve biçe.

Edward Meir da zanîn ku tê pêşbînîkirin di civîna sibe ya Banka Navendî ya Amerîkayê de rêjeya faîzê wekî xwe bimîne, lewma ev civîn nikare ew qasî bandorê li bazara zêr bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst