Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv îro sêşemê daket biniya 75 dolaran û onseke zîv bi 74 dolar û 60 sentî tê kirîn û firotin.
Daketina bihayê zîv, pêla daketinên roja duşemê didomîne.
Ev yek ji ber asêbûna gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê yên ji bo rawestandina şer, bihabûna petrolê û bilindbûna enflasyonê pêk hat.
Tengava Hurmizê
Tehran dibêje ku ew amade ye Tengava Hurmizê veke lê mercekî wê heye.
Îran dixwaze Amerîka pêşî dorpêça li ser benderên wê rake.
Di heman demê de, di pêşniyara nû ya Îranê de ji bo pirsgirêka etomêti çareserî tune.
Tê çaverêkirin ku îdareya Trump di çend rojên pêşiya me de bersivê bide pêşniyarên Îranê.
Çavên bazirganan li biryarên bankan in
Bazirganên madenan bi baldarî dan û standinên xwe dikin.
Sedema vê yekê ew e ku vê hefteyê ji xeynî Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed), dê bankên din ên wekî Banka Navendî ya Ewropayê jî li ser rêjeya faîzê biryarê bidin.
Banka Navendî ya Japonyayê îro rêjeya faîzê neguhert û wekî xwe hişt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse