Îmarata Erebî ji OPEC+ û OPECê vedikişe

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî OPEC+ OPEC Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îmarata Erebî biryar da ku ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û Hevpeymaniya OPEC Plusê (OPEC+) vekişe.

Îmarata Erebî ragihand ku dê ev biryar destpêka meha bê were bicihanîn.

Îmarata Erebî ragihand ku biryara vekişîna wan a ji OPEC û OPEC Plusê dê 1ê Gulanê bikeve meriyetê û anî ziman:

"Ev biryar piştî pêdaçûneke hûr a li ser siyaseta hilberîn û şiyanên welêt hatiye dayîn û li gel berjewendiyên niştimanî û vîzyona aborî ya demdirêj a Îmarata Erebî digunce."

Îmarata Erebî destnîşan kir ku ji ber aloziyên jeopolîtîk ên li Kendavê û Tengava Hurmizê bandor li ser dabînkirina enerjiyê çêbûye.

Ji ber vê yekê ew dixwazin bi awayekî bibandortir bersiva pêdiviyên bilez ên bazarê bidin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku aramiya pergala enerjiya cîhanê girêdayî dabînkirina petrolê ya bi bihayekî guncav e.

Hat gotin ku Îmarata Erebî ji ber vê yekê di vî warî de veberhênaneke zêde kiriye.

Pêbendiya bi aramiya bazarê

Îmarata Erebî ji sala 1967an ve endama OPECê ye.

Îmarata Erebî da zanîn:

"Piştî vekişînê, Îmarat dê zêdekirina berhemanînê bi awayekî qonaxî û berpirsyarane bidomîne ku li gel daxwaz û rewşa bazarê bigunce."

Îmarata Erebî pesnê hewldanên OPEC û OPEC Plusê da û ragihand ku welatên wan ji bo berjewendiya giştî qurbaniyên zêde dane.

Îmarata Erebî eşkere kir ku niha dema wê hatiye ku ew bala xwe bidin ser berjewendiyên niştimanî û pêbendiyên xwe yên li hemberî veberhêner û kiryaran.

Her wiha hat gotin ku ev gav pêbendiya wan a ji bo aramiya bazarên cîhanî naguherîne û ew dê veberhênana di sektora petrol, gaz û enerjiyên nûjenbar de bidomînin.

OPEC û OPEC Plus çi ne?

Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC), rêxistineke navneteweyî ya taybet bi petrolê ye.

Ev rêxistin ji aliyê Îran, Venezuela, Îraq, Erebistana Siûdî û Kuweytê ve li Bexdayê hatiye damezirandin.

Armanca wê sînordarkirina asta hilberîna petrolê û alîkariya ji bo bihakirina wê ye.

Endamên OPECê ji Erebistana Siûdî, Qeter, Îran, Kuweyt, Îraq, Îmarata Erebî, Cezayîr, Angola, Lîbya, Nîjerya, Ekwador û Venezuelayê pêk tên.

Hevpeymaniya OPEC Plusê ji 23 endaman pêk tê.

13 ji wan endamên Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) ne û 10ên din jî li derveyî rêxistinê ne.

Erebistana Siûdî û Rûsya jî serkirde û biryarderên defakto yên komê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst