Dusseldorf (Rûdaw) - Li Brîtanyayê di navbera bazirganên Kurd ên li diyasporayê û bazirganên din ên Brîtanyayê de konferansek tê lidarxistin.
Cara yekem e ku di dîroka diyasporaya Kurdî de ku karsaz û bazirganên Kurd ên li diyasporayê û bazirganên wan welatên ku Kurd lê dijîn konferanseke hevbeş li dar dixin.
Konferans li bajarê Birminghamê yê Brîtanyayê tê lidarxistin.
Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê organîzatorê konferansê ye.
Ji bilî bazirganan, hejmarek berpirsên Hikûmeta Brîtanyayê û parlamenter jî di konferansê de amade dibin.
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Berzincî bû mêvanê bernameya Diyasporayê û li ser konferansê ragihand ku Kurdên li diyasporayê li Brîtanyayê di piraniya qadan de bi pêş ketine, bi taybetî jî di qada aborî de.
Konferans rê vedike ku bazirgan fêr bibin çawa ji bazirganiya biçûk ber bi bazirganiya mezin ve gavan bavêjin.
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Berzincî got:
“Em dixwazin hemû bazirgan, nemaze bazirganên Kurd ên li Brîtanyayê, ji vê platformê sûdê wergirin.”
Mihemed Berzincî li ser beşdariya konferansê da zanîn:
“Komek bazirganên mezin ên Brîtanyayê ji neteweyên cuda yên Brîtanyayê beşdarî konferansê dibin.
Hejmara bazirganan 120 kes e û her wiha 30 kes jî wekî mêvan beşdar dibin.
Di konferansê de berpirsên payebilind ên Hikûmeta Brîtanyayê û herêma me, her wiha parêzgar û çendîn parlamenter û endamên şaredariyan dê beşdar bibin.
Ev cara yekem e ku berpirsên payebilind beşdarî konferansên bi vî rengî dibin.”
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê diyar kir ku armanca sereke ya konferansê ew e ku bazirgan hîn bibin çawa bazirganiya xwe ya biçûk mezin bikin û karên xwe mezintir û berfirehtir bikin.
Mihemed Berzincî da zanîn ku Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê û berpirsên payebilind ên Hikûmeta Brîtanyayê dê di konferansê de gotaran pêşkêş bikin.
Berzincî eşkere kir ku hejmara mêvan û beşdarên konferansê ji ya niha gelekî zêdetir bû lê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Îranê de û girtina esmanê herêmê, hejmara beşdar û mêvanan kêm bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse