Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro careke din ber bi bilindbûnê ve çû.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 52 sentan bilind bû û bermîla wê bi 111 dolar û 78 senanî hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 57 sentan bilind bû û bermîla wê bi 100 dolar û 50 sentan hat kirîn û firotin.
Dorpêça li ser benderên Îranê
Bihabûna petrolê ya van çend rojên borî, ji ber îhtimala dirêjkirina dorpêça li ser benderên Îranê ye.
Ev rewş di dabînkirina petrolê ya cîhanê de dibe sedema pirsgirêkên mezin.
Rojnameya Wall Street Journalê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berpirsên îdareya xwe erkdar kirine da ku xwe ji bo dirêjkirina dorpêça li ser benderên Îranê amade bikin.
Trump dixwaze bi rêya dirêjkirina dorpêça li ser benderên Îranê, guşara aborî ya li ser wî welatî zêde bike.
Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya Haitong Futuresê Yang An li ser vê mijarê got:
“Eger Trump dorpêça li ser benderên Îranê dirêj bike, dê dabînkirina petrolê ya li cîhanê rûbirûyî zexteke zêdetir bibe. Vê yekê jî bihayê petrolê bilind kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse