Hewlêr (Rûdaw) - Onseke zêr îro bi zêdetirî 4500 dolaran tê kirîn û firotin.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê onsa zêr daket 4411 dolaran lê piştî çend demjimêran berê xwe da bilindbûnê.
Dive were gotin ku bihayê petrola brent li gel vebûna bazaran gihişt 115 dolaran û sedema ku bazara zêr bi daketinê vebû, bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê bû.
Bilindbûna bihayê petrolê dibe sedema zêdebûna enflasyonê ku ev yek ziyanê dide bihayê zêr.
Lê belê xwerastkirin û bilindbûna bihayê zêr ya îro bi îhtîmaleke mezin vedigere wê yekê ku bazirganên zêr derfeta kirînê ya li derdora 4400 dolaran wekî derfetê dît û bûn sedem ku bihayê wî madenê giranbiha bilind bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse