Onsa zîv 70 dolar derbas kir

2 demjimêr berê
Nîşan Zîv Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv ji sedî 1,17 (80 sent) bilind bû û ons bi zêdetirî 70 dolarî hat firotin.

Bazar ji ber şerê li Rojhilata Navîn ne aram in û ji bo bidawîhatina şer asoyeke zelal nîne.

Piştî ku Hûsiyên Yemenê ketin nav nakokiyê û wan dawiya hefteyê êrişî Îsraîlê kir, aloziyên li herêmê zêdetir bûn.

Divê were gotin ku şiyana Hûsiyan heye ku êrişî ser keştiyên li Deryaya Sor û binesaziya enerjiya Siûdiyê heye.

Di heman demê de, rapor qala wê yekê dikin ku artêşa Amerîkayê piştî gihiştina hêzên zêdetir, ji bo êrişeke bejahî nirxandinan dike.

Bihayê zîv di vê mehê de heta niha nêzîkî ji sedî 30î, ango nêzîkî 25 dolaran daketiye.

Sedema wê jî vedigere ser bilindbûna bihayê petrolê, zêdebûna dilgiraniyên ji bilindbûna enflasyonê û pêşbîniyên ji bo bilindkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê bankên navendî yên mezin ve.

Bazar niha pêşbînî dikin Banka Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê bilind bike ku ev berevajiyê pêşbîniyên berê ye ku hêviya daxistina rêjeya faîzê hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst