Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr piştî daketinên berbiçav ên çend rojên borî, îro bilind bû û onsa wî gihişt nêzîkî 4 hezar û 560 dolaran.
Zêr îro bi derdora 4 hezar û 580 dolaran hat kirîn û firotin.
Li gorî nirxandina pisporan, dilgiraniya li ser bilindbûna enflasyonê dibe sedem ku zêr biha bibe.
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê yekê got:
"Bihayê niha ji aliyê bazirganan ve wekî bihayekî guncav tê dîtin. Hilberîner hewl didin di astên nizm ên niha de derfeta kirînê peyda bikin.
Ev jî sedema bilindbûna demkî ya bihabûna îro ya zêr e."
Rêjeya faîzê ya Amerîkayê nehat guhertin
Banka Navendî ya Amerîkayê roja çarşemê rêjeya faîzê di asta ji sedî 3,5 heta 3,75an de sabit hişt û ti guhertin nekirin.
Lê ev biryara Banka Navendî yek ji wan biryaran bû ku bi taybetî nakokiya dîtinên endamên komîteya bazara azad a Banka Navendî tê de diyar e.
Di daxuyaniya Banka Navendî ya Amerîkayê de behsa dilgiraniya li ser bilindbûna enflasyonê hatiye kirin.
Sê endamên ne razî gotiye ku nabe bank berwext qala egera daxistina rêjeya faîzê ya paşerojê bike.
Bihayê petrolê dikare enflasyona li Amerîkayê bi rengekî wisa bilind bike ku rê nede Banka Navendî faîzê kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse