Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya serokên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dest pê kir lê dibe ku atmosfera civîan vê carê ne gelekî aram be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên xwe yên li ser hevalbendan ên derbarê lêçûnên parastinê de zêde kirin.
Ewropayê jî bi milyaran dolaran bi peymanên leşkerî bersiva wî da.
Serokên her 32 welatên endamên NATOyê vê hefteyê li Koşka Serokatiyê ya Tirkiyeyê dicivin.
Ji bilî endaman du serokên ji derveyî hevalbendiyê jî beşdar in: Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û Serokê Korêya Başûr Lee Jae-myung.
Her wiha Awistralya, Japonya û Zelandaya Nû wezîrên xwe yên karên derve yan jî yên parastinê şandine.
Welatên Kendavê yên wekî Behreyn, Kuweyt, Qeter û Îmarat ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê zerer dîtine jî di lûtkeyê de cih digirin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi awayekî fermî beşdar nabe. Lê ew dê li Enqereyê li gel Trump hevdîtineke dualî pêk bîne.
Amarên lêçûnên parastinê yên NATOyê
NATOyê di Lûtkeya Laheyê ya 2025an de armanca veberhênana salane ya lêçûnên parastinê ji sedî 5ê Berhemê Navxweyî yê Giştî (GDP) heta sala 2035an pesend kir.
Ev rêje ji sedî 3,5 ji bo parastinê û ji sedî 1,5 jî ji bo kar û barên ewlehiyê ye. Niha hemû welat ji xêza sor a ji sedî 2yan derbas bûne.
Li gorî amarên fermî rêjeya beşdariya welatan a di van lêçûnan de wiha ye:
Polonya bi ji sedî 4,3yan di rêza yekem de ye. Dû re Lîtvanya bi ji sedî 4,0, Letonya bi 3,7, Estonya bi 3,4 û Danîmarka jî bi ji sedî 3,3yan tên.
Beşdariya Norwêc û Amerîkayê ji sedî 3,2 ye. Fînlanda ji sedî 2,9, Yunanistan 2,8, Holenda 2,6, Swêd 2,5, Almanya 2,4, Tirkiye û Brîtanya 2,3, Romanya jî ji sedî 2,2yan pêk tîne.
Di heman demê de welatên mîna Bulgaristan, Luksemburg, Makedonyaya Bakur, Xirvatistan, Macaristan, Slovakya, Fransa û Montenegro bi ji sedî 2,1ê beşdar dibin.
Herî dawî Slovenya, Çekya, Îtalya, Albanya, Belçîka, Kanada, Portekîz û Spanya jî tenê bi rêjeya ji sedî 2yan di van lêçûnan de cih digirin.
Ev endam li gorî zagonên xwe yên navxweyî yan jî peymanên siyasî, mecbûr in ku herî kêm ji sedî 2yê dahata xwe ji bo parastinê veqetînin.
Dîroka nerazîbûn û nakokiyên di navbera endaman de
NATO ji roja ku di sala 1949an de hatiye damezirandin ve rastî gelek qonaxên cuda yên dabeşbûn û nakokiyên navxweyî hatiye. Yên herî diyar ev in:
• 1956: Krîza Suweyşê û pirsgirêkên giran ên di navbera Fransa, Brîtanya û Amerîkayê de.
• 1958-1976: Şerê masiyan ê tund di navbera Brîtanya û Îzlandayê de.
• 1960-1970: Dijberiya hevalbendên Ewropayî li dijî şerê Amerîkayê yê li Vîetnamê.
• 1974: Pirsgirêka giran a di navbera Yunanistan û Tirkiyeyê de ya li ser pirsa Qibrisê.
• 1995: Şerê mezin ê masiyan ê li deryayê di navbera Kanada û Spanyayê de.
• 1999: Dijberiya Yunanistanê ya li dijî êrişên asmanî yên NATOyê yên li Yugoslavyayê.
• 2003: Dijberiya Fransa û Almanyayê ya li dijî şerê Îraqê.
Artêşa hevalbendan û hêza leşkerî
Li gorî amarên hêzên çekdar ên welatên endam, bi awayekî fermî herî zêde leşkerên Amerîkayê di nava hevalbendiyê de hene.
Hejmara leşkerên welatên din ên NATOyê wiha ye:
• Tirkiye: 481 hezar
• Polonya: 216 hezar
• Fransa: 205 hezar
• Almanya: 186 hezar
• Îtalya: 171 hezar
• Brîtanya: 138 hezar
• Spanya: 117 hezar
• Yunanistan: 111 hezar
• Kanada: 77 hezar
• Romanya: 67 hezar
• Holenda: 42 hezar
• Fînlanda: 31 hezar
• Çekya: 30 hezar
• Portugal: 28 hezar
Hevalbendên Ewropayî yên NATOyê xwedî du milyon leşkerên çalak in lê tenê beşeke biçûk a ji wan rasterast di bin fermandariya hevpar a NATOyê de dixebitin.
Daxwazên Trump ji hevalbendan û pirsgirêka budceya Almanyayê
Trump di destpêka kampanyaya xwe ya hilbijartinê de her tim bi guman nêzîkî girîngiya NATOyê dibû û digot ku tenê Amerîka lêçûnan hildigire ser milê xwe.
Birêvebirê Herêmî yê Fona Marshallê ya Almanyayî ya li Tirkiyeyê Ozgur Unluhisarcikli di wê baweriyê de ye ku lûtkeya îsal dê zêdetir balê bikişîne ser bicihanîna sozên ku hatine dayîn.
Serokê Enstîtuya Siyaseta Cîhanî Paolo von Schirach jî diyar kir ku ji bo destkeftên di warê parastinê de bi salan dem lazim e û got:
"Dibe ku hûn pereyekî zêde xerc bikin lê destkeftên we kêm bin."
Trump Almanya rexne kir û budceya wê ya parastinê wekî "bêaqilî" bi nav kir.
Li aliyê din Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz parastina budceya xwe kir û got, "Ev hewldana herî mezin e ku me heta niha nîşan daye."
Li aliyê din, Washingtonê beşeke mezin a balafirên xwe yên şer, keştiyên wêranker û binderyayiyên xwe ji welatên NATOyê vekişand.
Lêkolînerê Navenda RUSIyê Jack Watling destnîşan kir ku ev vekişîn dê bandoreke cidî li hêza asmanî ya NATOyê bike.
Trump anî ziman ku ew tenê ne li pey pereyan e, ew li pey "dilsoziya" hevalbendan e jî.
Trump her wiha da zanîn ku eger ji ber mazûvaniya Serokkomarê Tirkiyeyê nebûya belkî ew beşdarî vê civînê nebûya.
Operasyonên Ukraynayê û daxwaza pergala Patriotê
Di êrişên dijwar ên vê dawiyê yên Moskowê yên li dijî Kîevê de herî kêm 11 kes mirin.
Piştî van êrişan, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky çarşemê bi Trump re dicive da ku pergala parastina asmanî ya Patriotê bixwaze.
Jack Watling daxuyand ku Ukrayna li pey piştgiriyeke siyasî û leşkerî ya berdewam e.
Ukrayna dixwaze nîşanî Rûsyayê bide ku dê di 12 heta 24 mehên pêş de ti bipaşveçûn di hêza wan a parastinê de çênebe.
Zelenskyê ku ji bo salên 2026 û 2027an bi awayekî fermî soza herî kêm 70 milyar ewroyî (80 milyar dolarî) ya alîkariya leşkerî ya salane ji Ewropiyan girtiye, dixwaze Trump mecbûr bike ku zextê bixe ser Moskowê da ku Rûsya vegere ser maseya dan û standinên aştiyê.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
