Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku hêzên Ukraynayê îro serê sibehê bi zêdetirî 400 dronan êrişî Moskowa paytexta Rûsyayê kiriye.
Sergey Sobyanin di daxuyaniya xwe de got, "Ji êvarî heta saet 06:00ê sibehê, bêhtirî 430 dron ber bi herêma Moskowê ve firiyan."
Sobyanin destnîşan kir ku piraniya dronan li "rêyên dûr" ên Moskowayê hatine xistin, her wiha 36 dron jî dema nêzîkî Moskowê bûne, bi temamî hatine têkbirin.
Ev êrişa asmanî ya berfireh, tenê çend demjimêran beriya destpêkirina Lûtkeya NATOyê ya li Enqereya paytexta Tirkiyeyê pêk hat.
Moskow di rojên derbasbûyî de jî rastî êrişên dijwar ên bi vî rengî yên dronên Ukraynayê hatibû û li seranserê welêt zêdetirî 419 dronan hatibûn xistin.
Di encama van êrişan de, li gundekî derdora Moskowê zarokekî şeş mehî canê xwe ji dest dabû.
Kîevê di demên dawî de êrişên xwe yên menzîldûr ên li ser Moskowê û parzûngehên petrolê yên Rûsyayê zêdetir kirine.
Armanca vê yekê ew e ku çavkaniyên dahata Kremlînê yên ji bo fînansekirina vî şerê çar salî asteng bikin.
Moskowê doh êrişeke dijwar biribû ser Kîevê û di encamê de 18 kes miribûn û 60 kes jî birîndar bûbûn.


