Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke li rojhilatê Çînê cezayê bidarvekirinê li Yang Youlin birî.
Yang Youlin birêvebirê berê yê bajarê Nanjingê bû û ew bi tohmeta wergirtina zêdetirî 2,2 milyar yuan bertîl (325 milyon dolarên Amerîkî) di dema karê xwe de hat darizandin.
Dadgeha herêma Cangzhouyê ya Çînê cezayê bidarvekirinê da Yang Youlinê 69 salî.
Yang Youlin di navbera salên 1993 û 2023yan de li bajarê Nanjingê di gelek erkan de xebitî.
Li gorî daxuyaniya dadgehê, gendelî, bikaranîna xirab a desthilatê, spîkirina pereyan, wergirtina bertîlê û îsrafa samana giştî li ser Yang Youlin hatine îsbatkirin.
Youlin desthilata xwe ji bo alîkariya hinek kesan û şirketên di warê "wergirtina peymanên projeyên endezyariyê, dan û standina erd û dabînkirina sermayeyê" de bi kar aniye.
Wî li hemberî vê yekê pere û kel û pelên giranbiha wergirtine.
Dadgehê destnîşan kir ku sûcên Yang Youlin "gelekî metirsîdar in" û zerereke gelekî mezin gihandiye berjewendiyên Çînê.
Lêkolîna li ser dosyeya wî wekî beşek ji pêngava dirêj a Serokê Çînê Xi Cinping a li dijî gendeliyê tê dîtin.
Ji bo sûcên aborî cezayê giran
Li Çînê sepandina cezayê bidarvekirinê ji bo sûcên aborî kêm e lê belê dema ku qebareya gendeliyê ji milyarek yuanî (147 milyon dolarî) derbas dibe, dadgeh vî cezayî bi kar tînin.
Wekî mînak, sala 2021ê birêvebirê berê yê darayî yê Partiya Komunîst a Çînê Lai Xiaomin ji ber wergirtina 1,8 milyar yuan bertîl hat bidarvekirin.
Her wiha sala 2024an jî birêvebirê berê Li Jianping ji ber wergirtina 3 milyar yuanî bi cezayê mirinê hat cezakirin.
Biryara dawî ya dadgehê
Dadgehê eşkere kir ku Yang Youlin di rûniştinan de sûcên xwe qebûl kirine û "poşmaniya xwe aniye ziman."
Her çi qasî wî birêvebirê berê di lêkolînan de alîkariya desthilatdaran kiribe jî, Dadgeha Cangzhouyê ragihand ku "sûcên wî ew qas giran in ku alîkariya wî ji bo sivikkirina cezayî wî têrê nake."
Biryar hat dayîn ku dest were danîn ser hemû mal û milkên taybet ên Yang Youlin.
Desthilatdar hewl didin ku hemû wê 2,2 milyar yuana ku wî wekî bertîl wergirtiye vegerînin.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)